Welatiyên Îzmîrê ji Maseyên Krîzê yên HDP'ê sûdê digirin

  • 09:04 4 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê jî her roja ku derbas dibe bîlançoya vîrûsa koronayê zêde dibe. Hevseroka HDP'ê ya bajarê Îzmîrê Besriye Tekgur diyar kir ku li navendê û li navçeyên Îzmîrê Maseyên Krîzê hatine avakirin û got: "Em li gorî derfetên xwe alîkariyê didin û dixwazin bibin bersiva gelê xwe, lê divê hikûmet jî berpirsiyariya xwe bîne cih."
 
Li tevahiya cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe. Li Tirkiyeyê jî heman bîlanço heye. Her roja ku derbas dibe hejmara mirî û nexweşan zêde dibin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê li Stenbol, Îzmîr û Enqer bajarên herî bi rîsk in. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê li Îzmîrê jî bîlanço giran dibe û li tevahiya Tirkiyeyê Îzmîr di rêza 2'yem de cih digire. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Besriye Tekgur, bal kişand ser rewşa Îzmîrê. 
 
'Tirkiyeyê di serî de rewş cîdî negirt'
 
Besriye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bê tedbîriya welatên din û wiha got: "Ligel cîhanê wekî pandemî hat îlankirin jî gelek welat dest bi tedbîr girtinê kirin, lê Tirkiye rewşa li cîhanê heyî cidî negirt. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin li Îzmîrê hejmara miriyan gelek zêde ne. Ji ber ku em nikarin teqes bikin em nikarin ragihînin jî. Gelek nexweşên ku heyî bi navê zatûreyê ketine ji nexweşxaneyê tên derxistin."
 
'Li navend û navçeyan Maseyên Krîzê hatin avakirin' 
 
Besriye, destnîşan kir ku rêxistên HDP'ê xebatên xwe yên hişyariyê bi her awayî didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me li Îzmîrê Maseya Krîzê ava kir û her wiha li 26 navçeyan jî Maseya Krîzê ava kirin. Em bi rêkûpêk civînên pêk tînin. Agahiyên li bajêr li wan Maseyên Krîzê kom dibin. Em bi xwebatên xwe dixwazin xwe bigihînin hemû kesan. Di çarçoveya xebatên me de em bang li gelê xwe dikin û dibêjin di hêla paqijiyê de bi baldar bin. Em dibêjin li malên xwe bimînin. Lê rastiyek jî heye gelek kes neçarin ku bixebitin û derdikevin derveyî mal. Heke 20 roj beriya niha biryara qedexeya derketina derve bihata dayîn niha rewş wisa nedibû. Di girtîna tedbîran de gelek kêmasî hene. Bi taybetî jî ji bo xebatkarên tenduristiyê û rewşa wan di xeterê de ne."
 
'Ne sazî û dezgeh divê hikûmet erka xwe pêk bîne'
 
Besriye, di dawiya axaftina xwe de rewşa karker û kedkaran wiha anî ziman: "Li Çeşmeyê karkerên înşaatê kar dan rawestandin û xwestin biçin bajarên xwe, niha cihên ku lê bîminin nînê û nikarin bi otobûsan jî biçin. Ji ber bûhayên balafirê nikarin bi balafirê jî biçin û xwe gihandin Maseya me ya Krîzê. Esnaf her roj ji me re emaîlan dişînin û dibêjin em nikarin debara xwe bikin û fatureyên xwe bidin. Xwendekar digerin dibejin cihê ku em biçin tuneye û em nikarin vegerin bajarên xwe. Ev pirs û pirsgirêk ji me re tên ragihandin. Ne em divê hikûmet bersiv bide daxwazên civakê. Ji ber ku sazî û dezgehên sivîl nikarin di bin vî barî de derkevin. Piştevaniya civakê heta cihekî ye û ji ber ku terê nakin. Divê polîtîkayeke giştî bê birêvebirin. Ligel her tişî em dîsa li dijî belavbûna vîrûsê bang li gel dikin li malê bimînin."