‘Divê jin di vê pêvajoyê de piştevaniya xwe ava bike’

  • 09:08 30 Adar 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlametnera Stenbolê ya HDP’ê Zuleyha Gulum, diyar kir ku ji ber vîrusa korona barê jinan yê li malê giran bûye û got wê şîdeta mêr jî zêde bibe. Zuleyhayê got: “Di pakêtên ku desthilatdariyê amade kirine de jin tune ne. Der barê şîdeta li ser jinê û xizaniyê tu tiştek nehatiye gotin. Divê jin di vê pêvajoyê de piştevaniya xwe ava bikin.
 
Ji ber vîrusa korona ya bandor li ser hemû cîhanê kiriye, li hemû welatan tedbîr tê girtin û li Tirkiyeyê jî polîtîkaya ji malên xwe dernekevin tê meşandin. Li aliyekî ev bang tên kirin û li aliyê din jî ji bo ku mirov debara xwe bikin, tu tiştek nayê kirin. Di rojên borî de Erdogan di çarçoveya vîrusê de pêşniyarên wekê ‘dua’ û ‘sebrê’ kir. Yek ji pêkanînên neyînî yên ku tên jiyîn jî giranbûna barê jinan û zêdebûna şîdeta li ser jinane.
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, der barê pakêta ku desthilatdariyê aşkera kiriye de nirxandin kir.
 
‘Wê şîdet amêr zêde bibe’
 
Zuleyhayê daxuyakirin ku şîdeta li ser jinê wê zêde bibe û got: “Îhtîmalek mezin niha ev rewş gelek zêdene lê nayê dîtin. Ji ber mekanîzmayên serlêdanê qels bûne niha nayên dîtin. Lê rastiyek wisa li pêş me ye. Em ji xwe li welatekî ku şîdeta mêr gelek zêde ye de dijîn. Di vê pêvajoyê de jî texmîna me ev e ku şîdet zêdetir dibe.”
 
‘Efû wê şîdetê zêde bike’
 
Zuleyhayê da zanîn ku di sererastkitina qanûnî ya di rojevê d eye de tê gotin ku sûcên êrîşa zayendî nagire nav xwe, lê li gorî guherînê, wê ji sûcên êrîşa zayendî daxistina înfazê û tahliye pêk bên û got: “Ji ber vê jî wê sûcên li hember jinan zêde bibin. Dema serekrastkirin tên kirin divê zêdebûna şîdeta li ser jinan jî li ber çavan bê girtin. Daxistina ceza ya di sûcên li hember jin û zarokan de bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
 
‘Ev pêvajo ji bo jinan wê zêdetir pirsgirêkan derxîne’
 
Zuleyhayê got ji xwe şert û mercên jiyanê yên jinan zehmet û giranin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin ev rewş îro zêdetir giran bûye. Jin karê xwe winda dikin û bi xizaniyê re tên rû hev. Di vê pêvajoyê de xwe ji şîdetê xilas kirin jî zêdetir zehmet dibe. Ev vîrus wê ji jinan re zêdetir qadên pirsgirêkê biafirîne. Demên dawî de gotinên ‘li malê bin zêdetir paqijiyê bikin’ tê gotin. Ev jî tê wateya ku karê jinan zêdetir dibe. Jin her demê zêdetir kedê didin. Mixabin mêrên li malê rudinin jî karbeşiyê nakin.”
 
‘Gelo amadekariya wezaretê heye’
 
Zuleyhayê daxuyakirin ku di pakêta ku serokomariyê aşkera kiriye de tu tiştekî ku pêşî li xizaniya jinê bigire tune û got: “Gelo dema jin rastî şîdetê bê û serlêdanê bike, wê hêzên emiyet û edliye bikeve tevgerê? Piranî edliye ji ber vîrusê bi usula nobetê niha dixebitin. Gelo xebateke wezareta dadê û malbatî di vê mijarê de heye. Gelo wê bi mijarê re baş eleqeder bibin. Gelo yekîne hatin avakirin. Mixabin pakêt tenê ji sermaye û alîgirê wan re derket.”