Meral Daniş Beştaş: Hikûmet ji xebatên şaredariyên me aciz bû

  • 16:11 24 Adar 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser tedbîrên li hemberî vîrûsa koronayê û got: "Hikûmet tenê banga 'li malê bimînin' li xelkê dikin. Xelk li malê dimîne lê berîk û mitbexa xelkê vala ye. Wê xelk çawa bimîne? Yê ku her cûre derfetan bide xelkê dewlet e. Ev wezîfeya dewleta civakî ye.”
 
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser geşedanên di rojevê de. 
 
Meral, da zanîn ku vîrûsa koronayê hemû cîhan xistiye bin metirsiya xwe û got: “Lê li Tirkiyê AKP civakê ji bo şewbê amade nekiriye. Tevdîrên ji bo tenduristiya gel negirtiye. Em derbarê vîrûsê de tenê agahî ji twittên Wezîrê Tenduristiyê digirin. Em niha nizanin li kîjan bajaran şewb derketiye û kîjan bajar di bin gefê de ne û divê kêmaniya hejmara testan were eşkerekirin. Tenê hejmara miriyan li ser twitterê tê dayîn."
 
'Berîk û mitbexa xelkê vala ye'
 
Meral, zanîn ku ew li dijî şewbê têkoşîna îktîdarê têr nabînin û got: “Çimkî tenduristiya xelkê hatiye piştguhkirin. Tirkiye ne dewletek civakî ye. Her wiha divê xebatkarên tenduristiyê yên hatine îhrackirin vegerînin karê wan. Tenê banga “li malê bimînin” li xelkê dikin. Xelk li malê dimîne lê berîk û mitbexa xelkê vala ye. Wê xelk çawa bimîne? Yê ku her cûre derfetan bide xelkê dewlet e. Ev wezîfeya dewleta civakî ye.”
 
'Ji xebatên şaredariyên HDP'ê aciz in' 
 
Meral, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê û wiha got: “Şaredariyên me li dijî vîrûsa koronayê û ji bo xizmeta gel seferberî dabûn destpêkirin. Lê AKP mudaxeleyî şaredariyên me ku bûbûn mînak kir. AKP şewba vîrûsa koronayê jî ji xwe re veguherand fersendê. Belê rast e, cîhan li dijî vîrûsê têdikoşe lê AKP jî li dijî HDP’ê û gelê kurd têdikoşe. Derdek wan ê mîna vîrûsê nîne. Şaredariyên me xebatek bêhempa li dijî vîrûsê birêve dibirin. Ji xebatên me aciz bûn. AKP tenê li dijî kurdan têdikoşe. Di esasê xwe de tu ferqa AKP û vîrûsê ji hev nîne. AKP bi xwe jî vîrûs e.” 
 
'Ferqê dixin navbera girtiyan'
 
Meral, bal kişand ser birêkûpêkirina înfazê ya di Pakêta 3’yemîn a Darazê de ku dê were Meclîsê û got: “Niha hemû girtîgeh tije bûne. Girtîgeh ji bo vîrûsa koronayê cihên herî bi xeter in. Heke mirinek li vir biqewime dewlet berpirsiyar e. Çimkî ewlehiya canê girtiyek di bin berpirsiyariya dewletê de ye. Bi vê birêkûpêkkirina înfazê ferq û meylê dixin navbera girtiyan. Ev yek li dijî rêgezên wekheviyê ye. Em vê qebûl nakin. Di qanûna bingehîn de hatiye nivîsandin ku her kes wekhev e.”