Ayşe Acar Başaran: Divê tedbîrên rizgarkirinê bên girtin

  • 09:11 22 Adar 2020
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê vîrûsa korona de hikûmet hişyar kir ku got der barê jinan, girtîgeh, penaber û xizanan de çareseriyên mayînde divê bên pêş xîstin. 
 
Di 10’ê adarê de vîrûsa korona li Tirkiyeyê hat tespîtkirin û hejmar her diçe zêde dibe. Dibistan heta meha nîsanê hatin girtin û ligel vê gelek cihên yên wek bar û kulubên şevê hatin girtin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rewşa girtîgehan anî rojevê û diyar kirin ku divê girtî bên berdan û der barê vê de jî tedbîr bên girtin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, der barê rewşa girtîgehan de, bandora vîrûsê ya li ser penaberan, bandora li qadên erdêjê de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir. 
 
‘Girtîgeh cihên krîtîk in’
 
Ayşeyê diyar kir ku tê payîn ku hejmar zêde bibe û got her çiqa wezaretên têkildar bêjin gelek tedbîr hatine girtin jî, girtîgeh di vê çarçoveyê de nikare bê nirxandin û got: “Girtîgehên Tirkiyeyê ji bo girtiyan di alî hîjyenê de cihên krîtîk in. Rewşa girtiyên xweş bi bandor dibe. Niha li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Bêguman nav de girtiyên jin jî hene. Bêguman em nexweşan ji hev nadin alî lê niha 50 heb girtiyên jin yên nexweş hene. Di vê rewşêde jiyana wan zêdetir dikeve rîskê. Em vê her tim tînin ziman. Yek ji nexweşên giran Fatma Ozbay e.  Nexweşa pençeşêrêye. Di rewşa normal de nikare li girtîgehê bimîne. Bihêlin vîrûsê di enfeksyonek biçûk de jiyana wê dikeve rîsk ê. Gelek nexweşên wiha hene.” 
 
‘Qedexeya hevdîtinên têr nîne’
 
Ayşeyê bal kişand ser qedexekirina hevdîtinan û got ev ji bo girtîgehan tedbîrên têr nînin û wiha pê de çû: “Xebatkarên girtîgehê bi derve re têkiliya wan heye. Di pêvajoya pêş de vîrûs dikare bikeve hundir. Rîskek mezin li hember me ye. Bi taybet girtiyên nexweş, yên ku ceza lê hatine birîn divê înfaza wan bê taloqkirin û ger ceza tunebe jî divê rewşa wan li ber çavan bê girtin û bên berdan. Ligel nexweşan, kesên di ser temenê 65’î de jî di bin rîskê de ne. Hevalên me yên di ser temenê 65’î de girtîgehan de ne. Yek ji van jinan Elîf Kisa ye. Gelek nexweşiyên wê hene. Divê Elîf û girtiyên din demildest bên berdan.”
 
‘Ji bo zarokan bi rîsk e’
 
Ayşeyê her wiha balkişand ser zarokên li girtîgehan û got vîrûs ji bo wan rîskek mezin e û ligel tedbîrên tên girtin divê girtiyên nexweş û zarok bên berdan. Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Bi vîrûsa korona re krîz jî tê jiyîn. Girtî ji derve agahiyan nikarin bigirin û ev jî fikaran xwe re tîne. Yên rewşa wan taybetin divê bên berdan û yên din jî divê hevdîtinên telefonê pêk bînin. Yanî hewce bike divê bi malbat û parêzeran re her tim hevdîtinên telefonê pêk bên û rewşa girtiyan bê zanîn.”
 
‘Divê ji bo dê an jî bav destûr bên dayîn’
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dibistan hatine girtin lê der barê rewşa dê û bav de ku kî wê li zarokan binêrin de pêngav nehatiye avêtin û got: “Dibistan hatin girtin lê wê kî li zarokan binêre? Gelo wê zarok bi malbatên xwe re biçin kar an jî biçin kreşean. Wê demê jî wê bi xetereyan re bên rû hev? Ji ber vê an ji bo dê an jî ji bo bav destûr bên dayîn.”
 
‘Krîza penaberan wê bi vîrûsê re kûr bibe’
 
Ayşeyê balkişand ser penaberên li sînorê Edîrneyê û welatiyên li Wan û Elezîzê ji ber erdhêjî di konan de dijîn û got divê der barê van de jî tedbîr bên girtin û wiha berdewam kir: “Yên di kon de jî din koma rîskê de ne. Ava paqij tune. Tuwalet û serşo tune. Der barê vê de divê kontrolên rûtîn bên kirin. Li Edîrneyê jin û zarok bi rîska mezin re rû bir û ne.  Divê hikûmet demildest der barê van mijaran de tedbîran bigire.”