Ayşe Acar Başaran: Em bang li raya giştî dikin ku li dijî AKP'ê bisekine

  • 16:37 18 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Ayşe Acar Başaran a HDP'î derbarê tayinkirina qeyûmên li Gever û Nisêbînê de daxuyanî da. Ayşeyê got:"Dixwazin siyaseta demokratîk bêbandor bihêlin û tasfiye bikin. Serdestiya hiqûqê tune ye. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî AKP'ê bisekine"
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Berdevka Komisyona Mafên Mirovan Ayşe Acar Başaran derbarê tayinkirina qeyûman a li Gever û Nisêbînê û girtin û binçavkirinan de daxuyanî da. Ayşeyê got:"Ji hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an heta niha di dîrokên cuda de 8 hevserokên şaredariyan, du endamên me yê giştî û endamê meclîsa me hat girtin." 
 
'Fatureya siyaseta tolhildanê ji gel dibirin'
 
Ayşeyê wiha got:"Îktidara AKP'ê îradeya di encama sindoqan de derketiye holê dixe bin lingên xwe. Mafên hilbijartinê îhlal dike û fatureya siyaseta tolhildanê ji gel dibirin. Ketine nav çiravekê û civakê jî bi xwe re dibin. Li dijî van neheqiyan em bang li raya giştî dikin ku li dijî AKP'ê bisekine."