Ayşe Acar Başaran: Em bang li raya giştî dikin ku li dijî AKP'ê bisekine 2019-10-18 16:37:43   ENQERE - Ayşe Acar Başaran a HDP'î derbarê tayinkirina qeyûmên li Gever û Nisêbînê de daxuyanî da. Ayşeyê got:"Dixwazin siyaseta demokratîk bêbandor bihêlin û tasfiye bikin. Serdestiya hiqûqê tune ye. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî AKP'ê bisekine"   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Berdevka Komisyona Mafên Mirovan Ayşe Acar Başaran derbarê tayinkirina qeyûman a li Gever û Nisêbînê û girtin û binçavkirinan de daxuyanî da. Ayşeyê got:"Ji hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an heta niha di dîrokên cuda de 8 hevserokên şaredariyan, du endamên me yê giştî û endamê meclîsa me hat girtin."    'Fatureya siyaseta tolhildanê ji gel dibirin'   Ayşeyê wiha got:"Îktidara AKP'ê îradeya di encama sindoqan de derketiye holê dixe bin lingên xwe. Mafên hilbijartinê îhlal dike û fatureya siyaseta tolhildanê ji gel dibirin. Ketine nav çiravekê û civakê jî bi xwe re dibin. Li dijî van neheqiyan em bang li raya giştî dikin ku li dijî AKP'ê bisekine."