Guneş Gumuş: Xeyalê desthilatdariyê ya li herêmê têk çû

  • 09:24 17 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE- Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku divê li dijî bindestkirina Gelê Kurd û wêrankirina herêmên kurd her kes bêje ‘na’ û der barê hevsengiya li Sûriyeyê guheriye jî bi lêv kir ku xeyala AKP’ê ewe ku li herêmê xwe mayînde bike, lê ev xeyala wê jî têk çûku. Aboriya Tirkiyeyê jî her ku diçe beber bi têkçûnê ve diçe. 
 
Operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin hefteyek li pey xwe hişt. Bajarên herêmê ji aliyê hêzên tirk ve ji hewayî û bejayî ve tên bombebarankirin û OSO jî hewl dide ji bejayî bikeve hundir. Li dijî vê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) û rejîma Sûriyeyê li hev kirin. Piştî lihevkirinê hat diyarkirin ku Artêşa Sûriyeyê wê li sînorê Tirkiyeyê bicih bibe. Bi lihevkirinê re hevsengiya li Sûriyeyê guherî û di rojên pêş de jî wê nîşan bide ku Tirkiye wê çawa operasyonê bide meşandin.
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û aborîst Guneş Gumuş der barê operasyonê û pêvajoyê de nirxandin kir.
 
‘Dixwazin dewletek biçûk ya OSO ava bikin’
 
Guneşê bi lêv kir ku AKP’ê di hilbijartinan de têkçûnek giran jiyaye,li welat hegomonya wê qels bûye, di nav xwe de parçebûn jiyaye û li dijî krîza aborî têdikoşe. Guneşê wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê krîzeke aborî ku rê li ber nayê girtin heye. Erdogan ji bo ku ser vê krîzê bigire dixwaze di warê leşkerî de bi ser keve dixwaze bi hewaya şovenîst ya bilind bûye xwe xurt bike û ji ber vê dest bi operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Têkbirina destkeftiyên dîrokî ya tevgera neteweyî ya kurd, polîtîkayek dewletê ye. Sala borî piştî ku serokê DYA’yê Donald Trump got ew ê hêzên xwe ji Sûriyeyê bikişîne, desthilatdariyê beriya hilbijartinê ji bo operasyonê zext li DYA’yê kir. Desthilatdarî bi vê operasyonê ne tenê qedandina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, armanc dike ku li wir dewletek biçûk ya OSO’yê ava bike.”
 
Guneşê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li dijî wêrankirina herêmên kurd her kes serî rake û ji pelçiqandina Gelê Kurd re her kes bêje na û ev tişt bi lêv kir: “ Fîlîstînî çawa damezrandina Îsraîlê ya di 1948’an de wek Nakba (karaseta mezin) bi nav dike, hewldana qedandina Rojava jî wê ji bo Gelê Kurd karaset be. Yên bi kurdan bîhnê nedan girtin  wê bi kedkaran jî nedin girtin. Li pêş kedkarên ku ji Somayê dimeşiyan Enqereyê barîkatan ava dikin, gel ji xizaniyê bêzar bûye, ew di hewldana ku zirar û îflasbûna şîrketan xilas bikin de ne. Divê kedkarên Tirkiyeyê gûh bidin daxwazên demokratîk û neteweyî  yên Gelê Kurd.”
 
‘Ji aliyê DYA’yê ve sînor wek M-4 hatibû xêzkirin’
 
Guneşê di berdewamiya axaftinê de bi lêv kir ku ji aliyê DYA’yê ve wek sînorê operasyonê riya bejayî ya M-4 hatiye xêzkirin û wiha pê de çû: “Ji daxuyaniyên Erdogan yên 30-35 kîlometre dihat dîtin. Trump bi rojan bû tehdîdên wekê ‘Tirkiye sînor derbas bike em ê wisa bikin’ dikir. Lê Tirkiye heta riya bejayî ya M-4 çû. Fikra ku wê heta Reqayê biçe, bi DYA, Rusya, YE û welatên Yekitiya Ereban re diyar bû. Pêngavên nû yên ku wê pêşketina operasyonê biguherîne jî divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin.”
 
‘Bangên ji welatên Ereb tên ne samîmî ne’
 
Guneşê balkişand ser bertekên rayagiştî ya li hember operasyonê û wiha got: “Divê bertekên rayagiştî yekbûyî neyên nirxandin. Li aliyekî bangên ‘şer bidin sekinandin hene’. Di bangên kesên wek Chomsky, Harvey de gumana samimiyetê tune. Lê ji bangên Elmanya, DYA, Fransa, hêzên emperyal û welatên Ereb jî bang hene. Lê ev bertekên ku tenê tenê ji bo berjewendiyên wan in. Derdê wan ne Gelê Kurd, ne operasyon ne jî encamên dijmirovî ne. Em nikarin bi DYA û hêzên emperyalîst yên dijminê cîhanê ne, bawer bikin. Yekane dostên me gelên bindest yên cîhanê û Rojhilata Navîn e.”
 
‘Xeyala wan têk çû’
 
Guneşê balkişand ser peymana hêzên QSD û rejîma Sûriyeyê û got ev peyman çend roje ji çavkaniyên cuda tê vegotin û rewşa guherîna pêşketina operasyonê bi mudaxalekirina Rûsya û DYA’yê wê pêk bê. Guneşê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vekişîna DYA’yê ne tenê ji bakurê Sûriyeyê bi giştî ji Sûriyeyê derketin wê hevsengiyê biguhere. Xuyaye ku Rûsyayê gotiye  bi Esad re heta ku bimeşe wê bimeşe. Rewş bi vê jî sînor nema. Yekîneyên Esed yên li Qamişlo heta Hesekê pêş ketin. Yek nokteyên krîtîk Mînbîç e. Wê artêşa Sûriyeyê ya girêdayî Esad bikeve Mînbîçê û ber bi Kobanê ve pêş bike. Li pişt deriyên girtî hem bi Rusya hem bi DYA’yê re li ser Mînbîç û Kobanê bazar tê kirin. Ji ber vê niha ne pêkan be jî ger Kobanê û Qamişlo bikevin destê Esed wê xeyala dewletek biçûk ya OSO ya ku heta Iraqê dirêj bibûya, têk biçe.”
 
Guneşê destnîşan kir ku hevsengiya niha neguhere, di encama operasyonê de, wê para mezin rejîma Sûriyeyê bidest bixe û xeyalên AKP’ê yên li herêmê wê têk biçin. 
 
‘Wê DAIŞ hîn bêtir xurt bibe’
 
Guneşê gotinên der barê, wê bi operasyonê re DAIŞ ji nû ve zindî bibe, jî nirxand û daxuyakirin ku Rûsyayê bi destê Beşar Esed, pêşketina TSK’ê sînor kiriye û di vê çarçoveyê de jî berpirsyariya têkoşîna li hember DAIŞ’ê zêdetir dikeve ser milê rejîma Sûriye û Rûsyayê. Guneşê ev tişt bi lêv kir: “Bêguman divê mîlîsên Şîî yên Iraqê jî lê bê zêdekirin. Kampên mezin yên DAIŞ’ê û girtîgehên wan, di bin riya M-4 de bimîne jî tê dîtin ku girtîgehên herêma operasyonê nayê parastin. Di bin pevçûnan de jî zêde derfetê vê tune. DAIŞ di pevçûnên mezin de têk çibû. Lê DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê êrîşên bi taktîka ‘lêxe-bazde’ pêk tîne. Hucreyên veşarî yên vê rêxistinê, di operasyonan de ger ji girtîgehan birevin wê bi kadroyan xwe xurt bikin.”
 
Guneşê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di operasyonê de bi guherîna hevsengiya li herêmê wê rewşa aborî hîn bêtir xerabtir be û got: “Zêdebûna dolar tê wateya ji nûve zêdebûn faîz, bilindbûna enflasyon, krediyên bankayê û xerabûna aboriyê.”