DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • 11:04 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
ENQERE - DEM Partiyê bertek nîşanî bi serdegirtina avahiya partiya xwe ya li Îdirê û binçavkirina hevserokê bajêr da û wiha got: “Ev hewldanên we vala ne, hûn ê nikaribin çok bidin deynîn.” 
 
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê de girtin û hevserokê partiyê yê bajêr Mehmet Selçûk binçavkirin. DEM Partiyê bertek nîşanî vê yekê da û li ser hesaba xwe ya X’yê ev peyam parve kir: “Avahiya me ya Îdirê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, hevserokê me yê bajêr di nav de binçavkirin hene. Daraz û polîsên ku bûne çûvê desthilatê bi her gava xwe astengkirina mafê siyaseta demokratîk didomînin. Ev hewldan vala ne. Hûn nikarin bi hedef nîşandan, binçavkirin û girtinan bi yek endamê/a me jî çok bidin deynîn!”