Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li hemberî destkeftiyên jinan êrîş pêk tê

  • 12:04 16 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina hevşaredar, hevserok û rêveberên HDP'ê şermezar kir û got: "Girtin û binçavkin tê wateya operasyona qirkirina siyasî. Li hemberî destkeftiyên jinan tehemûlê nakin. Lê em ê têkoşîna xwe bêtir mezin bikin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina hevserokan şermezar kir. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku li hemberî perlaga hevserokatiyê êrîş pêk tê.
 
Meclîsa Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku pergala hevseroktiyê wekî hincet nîşandan û qeyûm tayîn kirin û wiha hat diyar kirin: "Li hemberî destkeftiyên jinan tehemûl nîne û ji ber vê jî di serî de şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Piştre hevşaredarên Pasûr, Qereyaziyê hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Duh jî li 3 bajaran 4 hevşaredarên hatin binçavkirin. Li Colemêrg, Gever, Erdîş û Nisêbînê hevşaredarên me hatin binçavkirin. Ne tenê hevşaredar endamên meclîsa şaredariyan, hevserokên rêxistinên me yên bajar û navçeyan jî hatin binçavkirin."
 
'Operasyona qirkirina siyasî pêk tê'
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku girtin û binçavkin tê wateya operasyona qirkirina siyasî û wiha hat gotin: "Operasyona wekî pêlîstokeke îktîdarê bûye û bi destê darazê hemû xebatkarên HDP’ê rehîn hatin girtin, qadên xebatên wan hatin tengkirin. Girtin û binçavkirina hevserokên me û tayînkirina qeyûman polîtîkayeke xespê ye. Her wiha êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî carek din nîşan da ku dijminatiya kurdan tê kirin. Li Japonyayê li hemberî kursên bi zimanê kurdî bêtehemûliyek pêk hat Tirkiye ket nav hewldanên dîplomatîk."
 
'Dê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Di daxuyaniyê de herî dawiyê wiha hat gotin: "Îro li girtîgehan bi sedan siyasetmedar rehîn hatin girtin. Hevserokên me yên giştî, parlamenterên me, hevşaredarên me, endamên meclîsên şaredariyan û hwd. Îro li danîşîna Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak heye. Her kes jî dizane ku darizandineke bi edîlane pêk nayê. AKP li hemberî siyasetmedarên jin ên kurd êrîş pêk tîne. Lê jin jî têkoşîna xwe ya li dijî dijminatiyê bidomîne û dê têkoşîna xwe mezin bike."