Meral Daniş Beştaş: Divê cîhan ligel têkoşîna Kurdan be

  • 09:12 16 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Meral Daniş Beştaş ya HDP’yî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin nirxand û got: "Di sedsala 21’an de li dijî Kurdan neheqiyeke dîrokî tê ferzkirin. Li dijî vê pêkanîna li hember Kurdan çi dibe bila bibe divê cîhan ligel Kurdan cih bigire, ligel têkoşîna wan be.”
 
Li dijî operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, ji gelên Rojhilata Navîn û rayagiştî ya cîhanê bertekên mezin tên û diyar dikin ku ew ligel Gelê Kurd ya li dijî DAIŞ’ê serkeftinên mezin bidest xistinê ne. Bi destê arteşa tirk û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê êrîş tên kirin û li Girê Spî, Serêkaniyê û Qamişlo pevçûnên dijwar tên jiyîn. Em ketin roja 8’ê operasyonê û heta niha gelek sivîl jî jiyana xwe ji dest da. 11 kes li Nisêbînê di encama topa hewanê de jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş geşedanên dawî nirxand û balkişand ser operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
‘Ketina Bakurê Sûriyeyê êrîş û dagirkirine’
 
Meralê operasyona ku Tirkiye li hember Sûriyeyê dide meşandin wek dagirkirin bi nav kir û wiha got: “Çapemeniya alîgir ya li xeta sînor weşanê dike, propagandayên reş dikin. AKP taktîka ‘em neçarî vî şerî ne, tund berovajî vê tiştekî bêjin ez we digirim, binçav dikim, lêpirsînê vedikim’ pêk tîne. Bêguman ev êrîş nayên qebûlkirin. Hem di hiqûqê de hem di dîrokê de rastî û mafdariya vê ne mijara gotinê ye. Li gorî peymanên NY’ê jî ev êrîş û dagirkirine.”
 
‘Tirkiye di pozîsyona ku şer ferz dike de ye’
 
Meralê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li dijî ketina Tirkiyeyê ya Bakurê Sûriyeyê, ji cîhanê bertekên xurt hatine û ev tişt vegot: “Erdogan bi gotina ‘Ey Amerîka, Ey Suudî Erebîstan’ dewletan, hemû kesî, me tehîd dike. Ev jî nîşan dide ku çiqas eciz in û ketine zorê. Mixabin mirin bil ez zêde dibin. Ji Nisêbînê agahiyên nû yên mirinê tên. Parastina şer beriya her tiştî sûc e. Mafê her kesî heye ku di nava aştiyê de bijîn. Di peymanên NY’ê de propaganda şer qedexeye. Lê Tirkiyeya ku alîgirê van peyamane, niha vê bipê dike û di pozîsyona şer de ye.”
 
‘Divê cîhan ligel vê têkoşînê be’
 
Meralê balkişand ser hewldanên DAIŞ’ê yên xwe xilaskirinê û wiha dawî lê anî: “Ev êrîş li hember Kurda ye. Li Rojava gel pergaleke demokratîk ava dikin. Dîsa têkoşîna wan ya li hember DAIŞ’ê heye. Di sedsala 21’ê de li hember Kurdan neheqeiyeke mezin a dîrokî heye. Divê li dijî vê Kurd bibin yek. Divê xwedî li ziman û statuya xwe derkevin. Li dijî vê pêkanîna li hember Kurdan çi dibe bila bibe divê cîhan ligel Kurdan cih bigire, ligel têkoşîna wan be.”