‘CHP siyaseta xwe ya qirêj berdewam dike’

  • 09:14 15 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Endama HDP PM’ê Gulay Gun Bîlîcî operasyona Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û bertek da dengê erê yê CHP’ê ya ji bo tezkereyê da û got: “CHP siyaseta xwe ya qirêj didomîne. Ji bo tu zarokên dayikan mirov ‘bi dilşewitî nikarin bêjin bila biçe bimire’.” 
 
Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulay Gun Bîlîcî, der barê CHP ya ku tezkereya şer erê kiriye de axivî.
 
Gulayê destnîşan kir ku desthilatdariya ku demekê ket tengasiyê êrîşê Herêma Federal a Kurdistanê kir, niha jî li hember pergaleke nû ya ku azadiya gelan û jinan esas digire şer daye destpêkirin û wiha got: “Em hemû dizanin ku gelên bindest, xizan di vî şerî de tê qetilkirin. Tirkiyeya ku ketiye tengasiyê hewl dide ku rêxistina terorê ya DAIŞ’ê heyî bike û ji bo vê şer dike, jiyanên nû tune dike, li şûnê DAIŞ’iyan bicih dike. Em hemû dizanin ku ev xebatên guhertina demografîk a herêmê ye.”
 
Gulayê bi lêv kir ku wê her tim li dijî şer bin û got: “Tayyîp Erdogan ku şer dixwaze, bila yên kabîneya xwe bigirin û biçin şer bikin. Gelo bedenên parçebûyî, zarokên mirî, malbatên tune dibin bibîne wê hîna jî şer bidomîne.”
 
‘Ji bo zarokên tu dayikê mirin nayê gotin’
 
Gulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lîderê CHP’ê ji bo tezkereyê got ‘Me bi awayekî dilşewitî ji bo jiyana wan leşkeran got erê.’Lê ji bo zarokên tu dayikê mirov bi dilê şewitî nikarin bêjin bila bimire. Dema tezkera şer derket muxalefetê jî desthilatdariyê jî got erê. Ji bo wan ne girîng e ku şer sûcê mirovahiyê ye. Ji bo wan a girîng bekaya desthilatdariyê ye. Kiliçdaroglu jî ji bo potansiyela dengên netewperest zêde bike wisa dike. CHP di siyaseta xwe ya qirêj de berdewam dike. Tirkiye tu car li pişt gotina aştiyê nesekiniye. Li Tirkiyeyê ne pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkbûnê heye. Feraseteke hewldana ku hemû gelan bike yek tîp heye. Heta ev pirsgirêk çareser nebe jî wê pirsgirêkên din çareser nebin û aştî jî pêk neyê. Kurd welatekî demokratîk, wekhev û azadîxwaz dixwazin.”
 
‘AKP’ê yek sozek xwe neanî cih’
 
Gulayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gel nikare xwe bigihîne mafê tenduristî û perwerdehiyê û wiha dawî lê anî: “Gotina ‘beka’ tê bikaranîn û hewl tê dayîn ku zumreyek bê rakirin. Ji bo krîza aborî bê veşartin şer hincet e. AKP ketiye tengezariyek mezin. Dengên xwe winda kiriye. Tu soza xwe neaniye cih. Di vê nokteyê de jî bi gel dide windakirin û wisa diçe. Ji ber dema xwe ya dawî dijî, wek dîktator şer dike. Em ê jî li hember şer bibin mertalê aştiyê.”