9 partiyên Kurd: Divê operasyon bê bidawîkirin

  • 15:30 11 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
AMED - 9 partiyên kurd li Amedê li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û xwestin ku operasyon bê bidawîkirin. 
 
Li Amedê partiyên kurdistanî li hev civiyan û xwestin operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê bidawîkirin. Civîna 9 partiyên Kurdistanî li Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ya Amedê pêk hat. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endam û rêveberên HDP, DBP, KKP, PSK, Tevgera Azadî, Partiya Azadî, PDK, PDK-T, PÎA tevlî civînê bûn. Bi tirkî Cîgirê Hevserokê DBP'ê Mehmet Şîrîn Tûnç, bi tirkî jî Serokê Giştî yê PSK'ê Mesût Tek daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê rawestandin û wiha got: "Divê êrîş bê rawestandin. Arteşa tirk divê ji Kurdistana Rojava derkeve. Êrîş bû sedema kuştina bi dehan sîvîlan û kavil bûne mal û avahî. Divê êrîş bên rawestandin. Em bang Dewletên Yekbûyî ya Amerîka, komelgehên Rojava û bîr û cemaweriya cihanê dikin ku li hember êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nebin. Divê hêzên demokrat, aştî û azadixwazên û saziyên sîvîl, dengê xwe li hembere êrîşê bilind bikin."