Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Wê DAIŞ dîsa ji bo cîhanê bibe tehdîd

  • 09:21 10 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku operasyona Tirkiye li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin wê krîza siyasî ya herêmê kûr bike û got: “Koçberiyên girseyî bên jiyîn. Wê baweriya mirovan li hember hev nemîne. Ev tenê wê ji bo dirêjbûna temenê faşîzma AKP-MHP’ê bi fêde be. Wê DAIŞ dîsa ji bo cîhanê bibe tehdîd.” 
 
DYA’yê daxuyand ku hêza xwe ya leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikşîne û Tirkiyeyê jî duh operasyon da destpêkirin. Li ser vê bertekên tên nîşandan didomin. hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç KOçyîgît der barê geşedanên dawî de axivî.
 
‘Kurdan mirovajî bi belayek mezin xilas kir’
 
Gulîstanê diyar kir ku hebûna DYA’yê ya li Rojhilata Navîn, berjewendiyên wan e û dixwaze li Sûriyeyê li şûna rejîma Esad rêveberiya ku dixwaze bîne. Gulîstanê ev tişt vegot: “Bi vî awayî dixwaze Îranê li herêmê bi sînorke, ewlehiya Israîlê bike bin garantiyê. Dixwaze çavkaniyên enerjiya herêmê bikontrol bike. Bêguman Kurdan li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin nîşan da. DYA’yê bi koalîsyona Navneteweyî re biryar girt ku piştgiriyê bide Kurdan û gelê herêmê. Di encama vê de Kurdan DAIŞ têk bir. Kurdan mirovahî ji belayek mezin xilas kir.”
 
‘DYA li hember gelan îxanetê dike’
 
Gulîstanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî vî şer û berxwedanê şûnde tişta niha DYA dike îxanetek mezin e û got: “Dema vê îxanetê jî îfade dikim, rewşeke îxanetê ya di alî îdiaya xwe de dijîn. Kurd bi hebûna DYA’yê tênakikoşin. An jî nabêjin beyî DYA’yê têkoşîn nabe. Hemû welatên cîhanê li hember gelê Rojava deyndare. Em hemû deyndar in. Ji ber vê ez dibêjim ku ev îxanetek mezin e.”
 
‘Wê DAIŞ dîsa ji bo cîhanê bibe tehdîd’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku DYA carek din Tirkiyeyê ku hêza NATO’yê ye tercîh dike û dixwaze Tirkiyeyê li dijî Îran û Rûsyayê ligel xwe bigire û wiha pê de çû: “Ji ber vê jî destur dide polîtîkayên êrîşê yên Tirkiyeyê. Em ê encamên vê hemû bi hev re bibînin. Wê DAIŞ dîsa ji bo cîhanê bibe tehdîd.”
 
‘Wê hilweşînek mezin bixwe re bîn’
 
Gulîstanê bi lêv kir ku di operasyona Tirkiyeyê ya li hember Efrînê de jî bangên aştiyê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Efrînê bi tu awayî ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd nedikir. Wek niha ji bo hemû Rojava jî derbasdar e. Me bi operasyona li hember Efrînê, pozîsyona dagirkirinê ya Tirkiyeyê dît. Me dît ku tabeleya nexweşxaneya Efrînê ya Kurdî daxistin û ya Tirkî daliqandin. Niha dixwazin heman tiştî li hemû Rojava pêk bînin. Ev operasyona li hember Rojava hatiye destpêkirin wê hilweşîneke pir mezin bîne. Ev ne tenê di alî Kurdan û gelên Rojava de, di alî hemû gelên Tirkiyeyê de jî wê hilweşîneke mezin be.”
 
‘Wê krîza siyasî kûr bibe’
 
Gulîstanê da zanîn ku ev wê krîza siyasî, krîza aborî zêdetir kûr bike û got: “Bi şer re wê betalî zêdetir bibe. Şer tê wateya koçberiya girseyî.Wê baweriya mirovan li hember hev nemîne. Ev tenê wê temenê faşîzma AKP-MHP’ê dirêj bike. Wê xwînê bide destilatdariya wan. Wê rejîma yek mêrî zêdetir mayînde bike. Ev tê wateya komkujî, qirkirineke komî ya ji bo hemû gelên Tirkiyeyê. Ji ber di dîroka Tirkiyeyê de ev heye. Desthilatdarî her ku dikeve tengasiyê mixabin serî li polîtîkayên şer, kuştin û şîdetê dide.”