Endama Partiya Karkeran a Îngîlîstanê: Ev di alî global de îxanet e

  • 09:15 10 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama Meclîsa Partiya Karkeran a Îngîlîstanê Sarah Jane MCDonough bertek nîşanî amadekariyên operasyonê yên Tirkiyeyê û biryara DYA’yê ya vekişîna leşkerên xwe ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Şervanên Kurd, texrîbata DAIŞ’ê pêk anî, berovajî kir, lê ev helwest û tevgerên bêperwa yên Trump wê veguhestinan bike bin garantiyê. Ev ne tenê îxanetek li hember Kurdan e, ev îxanetek global e.”
 
DYA’yê daxuyand ku hêza xwe ya leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikşîne û Tirkiyeyê jî daxuand ku wê operasyonê bike û dest bi operasyonê kir. Li ser vê bertekên tên nîşandan didomin. Endama Meclîsa Partiya Karkeran a Îngîlîstanê Sareh Jane McDonough biryara operasyonê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Ev plan ji zû de hatibû amadekirin’
 
Sarahê got tiştên ku 24 saetan de pêk hatine ev demek dirêj bû ji aliyê serokomar Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî ve hatiye ilankirin û amadekirin. Sarah da zanîn ku piştî hat îlankirin ku leşkerên DYA’yê vedikişin şûnde, çend saet şûnde pozîsyonên Kurdan hatine bombebarankirin û ev nîşan dide ku ev plan ji zû de ketiye dewreyê û got: “Piştî ez hîn bûm ku Tirkiyeyê bi rojan berê dewriye şandine sînor şûnde ez ji vê nêrîna xwe bawertir bûm. Ji bo ev qefes bê kişandin jî divê vekişîna leşkerên DYA’yê pêk bihata û ev jî pêk hat.”
 
‘Destê Trump û DYA’yê bixwîne’
 
Sarahê wiha dirêjî da axaftina xwe: “11 hezar Kurdên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikir û jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Trump ve tenê neketin kemînê di heman demê de talîmata mirina wan hat dayîn. Ev cînayet e. Destê Trump û DYA’yê bi xwîn e. Ez bi tu awayî bi Trump bawer nakim ku dema sînor bê derbaskirin wê Tirkiyeyê perîşan bike. Ez wî gelek baş dizanim ku ew çi dike.”
 
‘Hucreyên DAIŞ’ê yên razayî wê şiyar bibin’
 
Sarahê bi lêv kir ku ev biryara ji DYA’yê hatiye girêdayê tecrîdê ye û got ev nêzîkatiyeke populist a ku hemû baweriya bi Trump dihejîne, ye û got: “Şervanên Kurd, texrîbata DAIŞ’ê pêk anî, berovajî kir, lê ev helwest û tevgerên bêperwa yên Trump wê veguhestinan bike bin garantiyê. Ev ne tenê îxanetek li hember Kurdan e, ev îxanetek global e. Dema vê dike jî divê çavsorên DAIŞ’ê girtîgehan terk bikin. Plana ku 12 hezar DAIŞ’iyan berdin hene.”
 
‘DYA’yê pişta xwe daye mirovahiyê’
 
Sarahê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bê îstîkrariya li herêmê, dibe sedema bilindbûna cîhadiyên selefî û niha heman bê îstîkrarî rê li ber zindîbûna cîhadiyê selefî vedike û got: “Ev kom wê ji vê helwesta tirkiyeyê fêdeyê bigirin û wê torên mezin ava bikin. Ger Tirkiye plana xwe ya paqijkirina ‘mîlîtanên Kurd’ bike jiyanê, wê ne tenê mirovên herêmê, hemû mirovên cîhanê bikeve bin xetereyê.”