Bi hezaran kes tevlî kampanyaya ‘ez xwedî li îradeya xwe derdikevim’ bûn

  • 10:43 3 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag diyar kir ku kampanya îmzeyan ya bi dirûşma ‘Ez xwedî li îradeya xwe derdikevim, dengê xwe dixwazim’ dane destpêkirin, bi hezaran kes tevlî bûne û got wê îmzeyan di 19’ê cotmehê de bidin meclîsê. Dersîmê da zanîn ku wê di dawiya têkoşînê de gelê Kurd û jin bi ser bikevin.
 
Di 19’ê Tebaxê de ji bo şaredariyên bajarê Mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatin tayînkirin û li dijî vê ‘Nobeta Demokrasiyê’ hat destpêkirin jî 46 roj e bi biryarek mezin didome. Piştî qeyûman, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 13’ê îlonê de li dijî qeyûman bi dirûşma ‘xwedî li îradeya xwe derdikevim, dengê xwe dixwazim’ kampanya îmzeyan da destpêkirin. Parlamentera HDP’a Amedê Dersîm Dag çalakî û kampanya îmzeyê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Darbeyek li îradeya me hatiye kirin e’
 
Dersîmê diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman, li Amed, Wan û Mêrdînê her roj di heman saetê de û li her derê bi gel re hatine cem hev û di navbera saetên 11.00 û 13.00 çalakiya rûniştinê pêk anîne, daxuyaniyên çapemeniyê pêk anîne û wiha got: “Ligel gelê me sazî û partiyên siyasî jî piştgiriyê didin me. Ji roja ewilî her kes xwedî li çalakiyê derket. Di her derfetê de diyar kirin ku ew ligel me ne û li dijî vê dijhiqûqiyê wê serî netewînin. Qeyûm hem darbeyek li hember destkeftiyên jinan û hem jî li hember çanda me ye. Di 2016’an de çawa qeyûm hatin saziyên jinan girtin û xebatên ciwan û çandê dan sekinandin. Dîsa kreşê bi kurdî perwerde didan hatin girtin û tabeleyên Kurdî hatin rakirin.”
 
‘Gel xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve’ 
 
Dersîmê destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên qeyûm di pêvajoya 2016’an de jî têkoşîn meşandine û got polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hîna berdewam dikin. Dersîmê ev tişt anî ziman: “Em dikarin bêjin ku gelê Kurd îro zêdetir di taritiyê de ne. Gelê Wan, Mêrdîn û Amedê xwedî li çanda xwe derdikevin. Ev ne tenê mijara windakirina şaredariyekê an jî 10 şaredariyan e. Ev mijara xwedîderketina li deskeftiyên di encama têkoşîn û bedelên mezin de hatiye bidestxistinê ye. Qeyûm di esasê de, polîtîkaya şerê li dijî gelê Kurd bû. Bi tayînkirina qeyûman ev dan destpêkirin û gelê Kurd ev 40 roj zêde ye li berxwe dide û xwedî li destketiyên xwer derdikeve.”
 
‘Em ê îmzeyan bidin meclîsê’
 
Dersîmê bal kişand ser kampanyaya îmzeyan ya bi dirûşma ‘Ez xwedî li îradeya xwe derdikevim, dengê xwe dixwazim’ û got: “Em îmzeyên hatine komkirin di 19’ê cotmehê de didin meclîsê. Heta qeyûm şaredariyan terk nekin, em ê li vir bin. Em bi gelê xwe re li berxwe didin. Em ê xebatên kampanya xwe bidin meşandin. Di dawiya vê têkoşînê de wê gelê Kurd bi ser bikeve, wê serkeftin ya jinan be.”