‘Bi reforma AKP’ê bawerkirin, me dibe tarîtiyê’

  • 09:21 1 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
WAN - Hevberdevka HDK û parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku AKP’ê pakêta darazê bi partiya sêyemîn ya meclîsê HDP’ê re rûbirû nîqaş nekiriye û ev bertek nîşan da: “Welat tu car bi qasî dema AKP’ê, di mijara darazê de evqas şûnde neketibû.”
 
Pakêta ewil ya di çarçoveya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ya ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin, pêşkêşî CHP, MHP û Îyî Partî hat kirin û hat hînbûn ku metna pêşnûmeyê beyî nêrîna koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye şandin. Di pakêta ku ji 38 xalan pêk tê û pêşniyara guherîna 15 qanûnan dike, de sererastkirinên wekê kûrtkirina pêvajoya girtinên dirêj, darizandin bên leztirkirin, bi biryara dadgeha îstînafê kontrola Dadgeriyê, di qada hiqûqê de ezmûna ketina pîşeyî, ji parêzeran re pasaporta kesk û kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin û derbarê wan de lêpirsîn tune û berat kirine de bi erêkirina Wezareta Karê Hundir radestkirina pasaportên wan, cih digirin. TBMM îro vedibe û rojeva ewil wê ji pakêta darazê be.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç diyar kir ku AKP’ê pakêta darazê bi partiya sêyemîn ya meclîsê HDP’ê re rû bi rû nîqaş nekiriye û ev bertek nîşan da. Gulîstanê bi lêv kir ku AKP ya ku di navê wê de dad heye, li hemû Tirkiyeyê bêdadî ferz kiriye û wiha pê de çû: “AKP welat veguhertiye girtîgeha vekirî. Ji bo hemû bêdadiyên xwe veşêre, di arenaya navneteweyî de, hinek mafên serede başiyan bike, ket amadekariya vê pakêtê. Beriya 24’ê Hezîranê bi MHP’ê re bi taybet ji bo girtiyên edlî gotina ‘efûyê’ anî ziman. Ev wek amadekariyê tê dîtin. Lê rewş darazê li holê ye. Dozên KCK’ê li Dadgeriyê hat erêkirin. Gelek hevalên me ceza girt.”
 
‘Em bi qirkirina siyasî re di pêvajoya tasfiyekirinê de ne’
 
Gulîstanê biryara girtinê ya duyemîn ya der barê Hevserokê Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de hatiye dayîn bibîr xist û wiha pê de çû: “Dîsa hemû muxalîf, parêzer, ji doza Gezî Osman Kavala û gelek endamên rêxistinên mafê mirovan bi awayekî dijhiqûqî niha li girtîgehê ne. Bi operasyonên qirkirina siyasî re em ketine pêvajoyek tasfiyekirinê. Ya ku hemû bêdadiyan pêk tîne, dijhiqûqiyê dike AKP bixwe ye. Li aliyê din jî wekê ku wan ev tişt nekirine, wekê ku nerehetin, dibêjin ‘em reforma darazê dikin, em di darazê de sererastkirinan dikin’.”
 
'Naveroka pêşnûmeyê vala ye'
 
Gulîstanê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Naveroka pêşnûmeyê vala ye. Ji rayagiştî bendewariyek mezin hebû. Di mijara daxistina ceza de bendewariyek cidî hebû. Li Tirkiyeyê ji çaran yek ceza pêk dihat. Dihat payîn ku bikeve ji çaran duyan. Dîsa dihat payîn ku xala bi navê ‘sûcê fikr’ bê rakirin. Lê em dibînin ku ev yek di pakêtê de cih nagirin. Gelek aşkeraye ku AKP bi hinek makyajan ji bo daxwazên xwe ev pakêta darazê amade kiriye.”
 
‘Darazê talîmat ji qesrê girtiye’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku pakêta darazê, di alî bersiva ji bo hewcedariyên Tirkiyeyê, gelek dûr e û ev tişt bi lêv kir: “Êdî tê zanîn ku daraz bi tu awayî ne serbixwe ye û raste rast talîmatan ji qesrê digire û talîmatan li ser vê pêk tînin û di vî alî de em nikarin behsa serbixwebûna pergala hiqûqê bikin. Em dikarin bêjin ku daraza heyî û rêveberkirin, bi giştî di bin kontrola qesrê de ye.”
 
‘Hewl didin HDP’ê krîmînalîze bikin, bigirin’
 
Gulîstanê balkişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember partiya wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl tê dayîn ku HDP’ê krîmînalîze bikin. Çalakiya rûniştinê ya malbatên li ber avahiya Amedê rûdinin jî parçeyekê vê ye. Dema em van hemûyan bînin gel hev, em dikarin bêjin ku hewl dana wan girtina HDP’ê ye, nehêle xebatên xwe bişemîne û navberê bike navbera partî û gel. Pakêta darazê bi partiya sêyemîn ya meclîsê re nîqaş nekirin, jî di alî wan de ner aste. Bêguman rewşeke me matmayî bihêle nîne. Ji siyaseta AKP’ê tiştek divê neyê payîn. Ev bi tu awayî nikare bibe reforma darazê. Ev bersivê nade tu hewcedariyên civakê. Em dikarin vê wek reforma darazê ya operasyona çewisandina dengê nav partiya xwe û alîgirên xwe.”
 
'Di nav AKP'ê cudabûne çêbûye'
 
Gulîstanê her wiha balkişand ser aloziya navbera daraz û deshtilatdariyê yên demên dawî di çapemeniyê de hatiye dîtin û got: “Mînak mijara deynên FETO. Hinek gotinên ku Wezareta Dadê FETO’yî ye hene. Ji ber vê di navbera AKP’ê de cudabûnek, çetebûnek çêbûye. Em dibînin ku Darazê ji bo xwe bigihînin hinek tiştan, wek alavê bikar tînin.”
 
‘Tu fêdeya wê ji jin û zarokan re tune’
 
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin mafê nefeqeyê şûnde bigirin. Dixwazin saziya navbeynkariyê ya destberdana jinan zehmet dike, bicih bikin. Li welat dadger hîna jî ji ber cil û berg û kravatê cezayê gumanbaran dadixîne. Gelo reforma darazê wê di vî alî de çi bîne? Ne di alî zarokan de ne di alî jinan de wê tiştekî bîne. Partiya me di alî demokrasiyê de tu tiştekî ji pakêta darazê napê.”