Dengê kolanê: Ji bo jinên tên kuştin, parlamenter çi çareyê dibînin?

  • 09:08 30 Îlon 2019
  • Ramyarî
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku divê parlamenter di çareserkirina pirsgirêkên vî welatî de rola xwe bilîzin û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê bi hezaran jin tên kuştin. Gelo parlamenterên jin di vê mijarê de çi dikin? Wezîr çi çareser dikin? Divê ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibînin.”
 
Meclîsa Netewî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) di 1’ê cotmehê de vedibe. Bi vebûna meclîsê re rojeva ewil a di komîsyonê de wê bê nîqaşkirin pakêta reformê ye. Ligel vê rojevên weke Peymana Stenbolê, Qanûna Hejmar s 6284 û mafê nefeqeyê wê çawa bê nîqaşkirin, tê mereqkirin. Jinan diyar kirin ku parlamenter gel temsîl nakin û gotin di dema nû de divê parlamenter ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re çareseriyê bibînin.
 
‘Bila parlamenter bala xwe bidin gel’
 
Jina bi navê Halîse Batkî bi lêv kir ku hêviya wan ji dema nû ev e ku parlamenter gel temsîl bikin û wiha got: “Parlamenter ji pişta gel xwe derbas dikin. Di pêvajoya hilbijartinê de li qadan proje û planên xwe digotin, digotin wê pirsgirêkan çareser bikin. Gel jî bi van dixape û dengên xwe didê. Her yek bi hezara TL pere digirin. Ev pereyê gel e. Divê bala xwe bidin gel. Ew meclîs meclîsa gel e. Bendewariya gel a ji parlamenteran ev e. Bila dakevin nava gel, binêrin ka gel dibêje çi. Parlamenterek divê guh bide gel. Li ku şaşî hebe, neheqî û dijhiqûqî hebe divê li wir bin. Bila êdî demokrasî bê, bila gel hinek rehet bike.”
 
‘Em dixwazin li welatekî xweş bijîn’
 
Halîseyê bal kişand ser pirsgirêkên li welat û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi hezaran jin tên qetilkirin û wiha pê de çû: “Parlamenterên jin di vê mijarê de çi dibêjin? Wezîr çi çareseriyê dibînin. Divê parlamenter berê xwe bidin pirsgirêkan û çareyê bibînin. Krîza aborî her diçe mezin dibe. Divê ev welat demildest çareseriyê bibîne. Cihê çareseriyê meclîs e. Mirov ji şer û xizaniyê bêzar bûne. Dixwazin ev rewş bi dawî bibe. Bila parlamenter bên cem hev û çareseriyê bibînin. Em dixwazin li welatekî xweş bijîn.”
 
‘Qe nebe bila li hev gûhdar bikin’
 
Mercan Tan jî diyar kir ku parlamenter gel temsîl nakin û li meclîsê gelek pevçûn û aloziya navbera parlamenteran de tê jiyîn. Em dixwazin pirsgirêkên me bên ziman û çareserî bê dîtin. Lê parlamenter li meclîsê her roj tên hember hev. Hev guhdar nakin. Ez wisa difikirim ku ji bilî dayîna pêşnûmeyan tu xebata wan tune ye. Li welat gelek pirsgirêk hene lê çareseriyê nabînin. Pirsgirêkên aborî, perwerde û tenduristiyê pir zêde ne. Em ji vê rewşê qet ne razîne. Yên mexdûr em in. Ew rehet in. Ji gel dûr in. Tenê li pêş kamerayan poz didin.”
 
‘Meclîs li gelan bûye bar’
 
Atiye Okay anî ziman ku parlamenter gel temsîl nakin û desthilatdariyê, ji bo hejmara kesên piştgiriyê didin wan zêde bibe, hejmara parlamenteran derxist 600’î û ev tişt anî ziman: “Tu bandora meclîsê nema ye. Welat bi rejîma yek kesî tê birêvebirin. Ev rejîm naşibe tu rejîmên welatên din. Tu eleqeya wê bi pergala serokatiyê tune ye. Heyfa pereyê me ye. Em maeşa gelek parlamenteran didin. Tu bandora meclîsê nemaye. Wezîr ne li meclîsê rûdinin ne jî pirsgirêkan re eleqeder dibin. Di dema nû de divê demildest rejîma yek mêrî bê tasfiyekirin. Divê demildest derbasî pergaleke perlamenteriya xwe dispêre hiqûqa hevdem. Divê dawî li pêkanînên tayînkirina qeyûman, girtina parlamenteran bê dayîn. Di şevekê de Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag bi hincetê eletewş girtin. Hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê dikin hincet û hewl didin pergala xwe pêş bixin. Gel ê me êdî xwedî hişmendî ye. Ji lîstik, despotî û nelêrêtiyan re dibêjin êdî bes e. Gel hişyar bû.”