Şevîn Alaca: Em ê di komxebatê de hişmendiyeke hevpar ava bikin

  • 09:06 9 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
QERS - Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan li Qersê di 3 û 4'ê tebaxê de komxebata jinê dê bê lidarxistin. Hevşaredar Şevîn Alaca diyar kir ku li Qersê cara yekem komxebateke bi vî rengî tê lidarxistin û wiha got: "Em dixwazin di komxebatê de hişmendiyeke hevpar ava bikin."
 
Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê adarê de pêk hatî Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li Qersê bi ser ket. Piştî hilbijartinê şaredariya HDP'ê dest bi xebatên xwe kir. Bi taybetî şaredarî hewl dide ku bibe bersiva hewcedariyên jinên Qersê. Dê di 3 û 4'ê tebaxê de bi tevlîbûna rêveberiyên jin ên herêmê komxebatek bê lidarxistin. Ji bo komxebatê, bi tevlîbûna gelek jinan civînek hat lidarxistin. Di derbarê komxebatê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca nêrînên xwe bi me re par vekirin û bal kişand ser armanca komxebatê. 
 
'Li Qersê xebatên jinan nîne' 
 
Şevîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên Qersê û wiha got: "Heta îro şaredariya Qersê ji bo jinê tu xebat nedaye meşandin. Piştî hilbijartina xwecihî em li Qersê bi ser ketin, me dît ku li Qersê bi tu awayî xebatên jinê nehatine meşandin. Ji bo jinan proje nehatine amadekirin. Ji bo em rengê jinê di şaredariyê de bidîn nîşandan me biryar daye. Her wiha em ê bi komxebatê dest bi kar bikin. Em bi bawerîn ku dê tevlîbûneke xurt hebe û bi serkeftî encam bibe."
 
Ji bo komxebatê civîn hat lidarxistin 
 
Şevînê diyar kir ku li Qersê pirsgirêkên jinan pir zêde ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nav jiyanê de jin tune ye. Jin pirsgirêkên xwe naynin ziman û nayên şaredariyê. Em dixwazin herîn malên wan û pirsgirîkên wan guhdarî bikîn. Me beriya komxebatê civîna amadekariyê li dar xist. Ji her rêxistin û partiyan jin tevlî civînê bûn. Civîna me pir serketî derbas bû. Di civînê de jinan li ser komxebatê nirxandinên berfireh kirin û li ser hêza xwe ya çareseriya pirsgirêkan nirxandinên giştî kirin. Her wiha di civînê de peşniyarên girîng ji hatin kirin. Em ê di  3 û 4'ê tebaxê komxebata xwe li dar bixin û amadekariyên me bênavber didomin. Komxebat ji bo me girîng e û bi rastî em bi kelecan in.” 
 
‘Em ê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin' 
 
Hevşaredar Şevîn herî dawiyê wiha qala çareseriya pirsgirêkên jinan kir: "Divê em pirsgirêkên heyî zelal bikîn. Em kêm zêde van pirsgirêkan dizanîn lê li Qersê pirsgirêkên jinan hatine veşartin. Em dixwazin jin bi xwe pirsgirêkên xwe vebêjin. Pêwîste em bi jinên Qersê re van pirsgirêkan çareser bikin. Armanca komxebatê ew e ku em hişmendiyeke hevpar ava bikin."