‘Em kongreyê wek xebatek hêza xwe ji gel digire, dibînin’

  • 09:03 6 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku kongreya ku wê pêk bînin, wek xebateke ku hêza xwe ji gel digire, wek xebateke ku pirsgirêkên gel di navendê de ne dibînin.
 
HDP’a Amedê di 12’ê Gulanê de duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî û Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Ji kongreyê heta niha xebat hatin meşandin û ket pêvajoya nû û plansaziya kongreya navçeyan derxist. Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik der barê kongre û pêvajoya nû ya wê bişopînin nirxand.
 
Hulyayê daxuyakirin ku ji roja HDP siyasetê dimeşîne rastî zextan hatiye û ji ber operasyonên siyasî zêde bûye di meha Gulanê de neçar mane biçin kongreyekê û wiha got: “Me kongreya yekemîn temam kir me got wê kongreya giştî di sibata 2020’an de pêk bê û me plansaziya kongreyên navçeyên xwe jî da pêş xwe. Ne bi tenê armanca avabûna rêveberiya nû, bi armanca ku em pirsgirêkên gel jî bigirin navenda wê me ev xebat da pêş xwe.”
 
‘Em dixwazin lijneyek rêveberiyê ya berfireh ava bikin’
 
Hulyayê daxuyakirin ku dema kongreyan dikin armanca wan ne tenê avakirin rêveberiyan e û wiha pê de çû: “Em hefteya borî li hemû navçeyan geriyan, me civîn pêk anî. Me bernameyek pêk anî. Di encama hevdîtinan de me komîsyon ava kir. Me xwest ji ciwanan hevalên me ji nûneriya jinan û kesên ji aliyê gel tên hezkirin di komîsyonan de cih bigirin. Me got divê hemû kesên wê navçeyê re bikevin diyalogê. Em dixwazin lijneyeke rêveberiyê ya berfireh ava bikin. Divê rêxistinbûneke ku dibe bersiva daxwazên gel bê avakirin.”
 
‘Karê em bimeşînin hene’
 
Hulyayê balkişand ser nûneriya wekhev û bi lêv kir ku di pêvajoya kongreyê de jî bi nûneriya wekhev nêz bûne û ev tişt anî ziman: “Dema me pergala hevserokatiyê xist jiyanê, ne ku tenê bi dîtbarî jin li wir bê dîtin, di heman demê de bila bikaribe rê bide siyasetê, li ser pirsgirêkên jinan nîqaşê bike, di aborî, siyasî û ekolojiya Tirkiyeyê de bibin xwedî gotin. Di her derketina îdeolojî, tevger û fikir de jin hene lê heta astekê ne û ji wê pê ve nayên dîtin. Nêzîkatiya HDP û tevgera Kurd daniye holê berovajê vê ye. Em di rêveberiyan de rêxistineke ku reng, terz û nêrîna jinê heye didin ber xwe.”