Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em ê dest bi hemleya siyaseta demokratîk bikin

  • 13:21 5 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
ENQERE -  Meclîsa Jinan a HDP'ê encamnameya Konferansa Rêxistinbûyîna Jinê aşkere kir û got : "Em ê dest bi hemleya siyaseta demokratîk a rêya 3'yemîn bikin.'
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya Konferansa Rêxistinbûyîna Jinê ya di 29 û 30'ê Hezîranê de bi şîara "Em rêxitinbûyîna xwe mezin bikin" li dar xist, aşkere kir. 
 
Di encamnameyê de hat ragihandin ku li her devera cîhanê êrîşeke giran li dijî têkoşîna jinê tê meşandin û tevgerên jinê jî di pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîna li dijî van êrîşan de ye. Di encamnameyê de hat gotin, "Grevên jinan ên ji bo parastina beden, ked û mafê jiyanê yê nasnameya xwe pêl bi pêl belav dibin."
 
Têkoşîna jinan a li Rojavayê Kurdistanê hate destnîşankirin û hate ragihandin ku ev têkoşîna dîrokî bi rengê avakirina sîstemeke demokratîk didome. Bal hat kişandin ser rejîma yek şexsî ya li Tirkiyeyê û hate gotin, "Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke faşîst e ku mafê me yê hebûna bi rengekî azad tine dibîne."
  
Meclîsa Jinan bi bîr xist ku di sala 2018'an de herî kêm 440 jin hatine kuştin û diyar kir, "Li dijî astengkirina qadên me yên têkoşînê, li dijî êrîşên giran ên li hemberî destketiyan me li kolanan, meydanan îtiraza xwe nîşan dan."
 
Di encamnameyê de grevên birçîbûnê û berxwedana bi laçikên spî, her wiha hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Em zanin ku em xeta têkoşîna dîrokî ya yekane ne ku hêviya gelên Tirkiyeyê ne. Em tifaqa demokrasiyê ya jinan e, ya gelan e."
 
Jinên HDP'yî diyar kirin ku wê li her qada jiyanê li dijî serweriya mêr têbikoşin û destnîşan kirin, "Bi biryarên konferansa xwe re me careke din destnîşan kirin; li her qada ku em lê ne em ê bi nêrîna jinê jiyanê bi rê ve bibin. Li dijî faşîzmê, em ê bi îradeya azadîparêz a siyaseta rêya sêyemîn a tifaqa dîrokî bi rengê jinê ji qada xwecihî pêngava siyaseta demokratîk bidin destpêkirin. Em ê perspektîfa azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk li her qada jiyanê ya jinê serwer bikin û jiyanê ji nû ve ava bikin. Li ser vî esasî emê dest bi hemleya siyaseta demokratîk a rêya 3'yemîn bikin."
 
Di encamnameyê de ev biryaran cih girtin:
 
"*Em ê li jiyana xwe xwedî derkevin. Em ê li her qada jiyana xwe li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe bidin. Em ê dest bi hemleya îradeya azad a rêya sêyemîn bikin. 
 
*Em ê dengê zarokên tundiyê dibînin û tên îstismarkirin bibihîsin. Em ê têkoşîna li dijî sîstema jinan xizan dike û şîdetê li wan dike, heta dawiyê bidomînin. 
 
*Em ê li dijî zihniyeta şidetê li LGBTÎ dikin bisekinin. 
 
*Em ê stratejiya xweparastinê ya jinê ya li dijî polîtikayên dijminatiya jinê dike, pêş bixin. 
 
*Em ê piştevaniya jinê mezin bikin. 
 
*Em ê şêwaza siyaset û têkoşîna jinê çalak bikin.
 
*Em ê li dijî feraseta xebatên jinên ciwan nabîne û ji wan re dibe asteng, têbikoşin. 
 
*Em ê pêşî rê li siyaseta herêmî vekin û em ê şêwaza siyaseta jinê mayinde bikin.
 
*Em ê li dijî êrîşên jiyan, azadî û destkeftiyên me hedef digirin têkoşînek hevpar a rêxistinên jinan û tevgera femînîst, ava bikin. 
 
*Meclîsên jinan hêza me ya bingeh e. Em ê meclîsên xwe yên herêmî yên hemû jinan hembêz dike, ava bikin. 
 
Em ê bi hev re bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin, em ê rêxistinbûyina xwe mezin bikin û azadiya xwe bi dest bixin."