‘Dixwazin li Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya Kurd tune bikin’

  • 09:07 1 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Cîgira Hevseroka giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu pêvajoya dawî ya siyasî nirxand û got fikrên Abdullah Ocalan bi siyaseta Tirkiyeyê bîhnê dide girtin û got operasyona li dijî Îranê parçeyeke polîtîkaya şer a qirêj e, ev êrîşên li hemberî tunekirina têkoşîna azadiya Kurd e.
 
Bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re herî dawî di 18’ê Hezîranê de parêzeran hevdîtin kirin. Van hemûyan di rojeva Tirkiyeyê de cihê xwe girt. Cîgira Hevseroka DBP’ê Halîde Turkoglu pêvajoya siyasî nirxand. Halîdeyê got di hilbijartinên 31’ê Adarê de stratejiyeke ku faşîzma li Tirkiyeyê têk bibin ava kirine û bi vê stratejiyê jî deng bi kar nîne.
 
‘Rejîma xespê mayînde dikirin’
 
Halîdeyê got piştî 31’ê Adarê faşîzma li ser înkara Kurdan hatiye avakirin gelek winda kiriye û got ji ser qeyûman demek dirêj xesp pêk hatiye û wiha got: “Stratejiyeke ku dişibe ya qeyûman, dîsa di şaredariyên kurdan de KHK hat nîşandan û dîsa xesp pêk hatin. Li Stenbolê biryara nûkirina hilbijartinan hat girtin û îradeya bi mîlyonan kesî tune hesibandin. Di vê pêvajoyê de AKP-MHP’ê li ser înkara Kurdan înkara demokrasiyê bi her alî pêş xistin. Li dijî grevên birçîbûnê ketin bêdengiyek mezin û mijar ji nedîtîve hatin. Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat destpêkirin jî li her derê cîhanê belav bû û nêzî 200 rojî berdewam kir. Vê berxwedanê jî bi dewletê şûnde gav da avêtin.”
 
‘Kurdistan ji Kurdan re qedexe, ji Bînalî re serbest e’
 
Halîdeyê balkişand ser pêvajoya hilbijartinê û gotinên desthilatdariyê û got: “AKP’ê di her pêvajoyê de stratejiyek cuda kir. 4 sale bayê faşîzmê bi tunekirina Kurdan meşand. Kurdên Makul, kurdên terorîst, yên HDP’î ne HDP’î bi kar anîn. Bînalî Yildirim gotina Kurdistan di pêvajoya hilbijartinê de bi kar anî. Ev jî nîşan dide ku gotina Kurdistan ji Kurdan re qedexe ji Bînalî re serbest e. Di encama berxwedaneke mezin de AKP zêde nikaribû berxwe bide. Fikrên Abdullah Ocalan ji bo siyasetek baş bû. Di rewşa ku siyaseta demokratîk baş bi rê ve biçe de wê demokrasî jî xurt bibe.”
 
‘Tecrîd hinek bi dawî bû’
 
Halîdeyê bakişand ser rejîma tecrîdê û got ev li welat bi kûrahî dihat hîskirin û her aliyê civakê ji vê nisêbê xwe girtiye û got di encama berxwedana hatiye nîşandan de tecrîd bi awayê sînorkirî hatiye rakirin. 
 
Halîdeyê her wiha got êrîşên li Rojhilata Navîn jî li hemberî tunekirina têkoşîna azadiya Kurd e û wiha pê de çû: “Operasyona dersînor sûc e. Ev 4 sale rejîmek şer mijara gotinê ye. AKP’ê di vê pêvajoyê de bi operasyonên derveyî sînor, li her derê li ser hember Kurdan êrîş meşand. Dixwazin pêşî li destkeftiya statuya Kurdan bigirin. Ji ber vê jî hewcedarî bi rêxistinkirinê heye û divê bi rêxistinkirinê bersiv bê dayîn.”