Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Heta îro em bi ser ketin û em ê îro şûnde jî bi ser kevin

  • 14:13 29 Hezîran 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi dirûşma “Em ji bo azadiyê rêxistinbûna xwe mezin dikin" konferans li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk, ji bo wekheviya zayendî, ji bo mafên civakî, hiqûqî û kedê dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Em dizanin ku heta îro em bi ser ketin û em ê îro şûn de jî bi ser kevin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Ji bo azadiyê rêxistinbûna xwe mezin dikin" konferans li dar xist. Konferans dê 2 rojan, li avahiya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê pêk bê. Li gelek bajaran jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî konferansê bûn. Axaftina vekirina konferansê ji hêla Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat kirin. 
 
Dîlan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ne tenê li herêm û Tirkiyeyê li cîhanê li hemberî pêşketin û azadiya jinê erîşeke dijwar pêk tê. Li cîhan û Rojhilata Navîn şer tu carî bi dawî nebûn."
 
'Di îktîdara AKP'ê de faşîzim bêtir li pêş bû'
 
Dîlan, desnîşan kir ku di dema îktîdara AKP'ê de li Tirkiyeyê faşîzm bêtir li pêş bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê di serî de li hemberî jinan, li hemberî siyasetmedarên kurd û muxalîfan operasyonên giştî pêk hatin û bi hezaran kes hatin binçavkirin, bi îşkenceyê re rû bi rû man û hatin girtin. Li welat rêjima girtîgehê hat destpêkirin, civak bi girtinê re hat tehdîtkirin. Tecrîda ku di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hatî destpêkirin, xwestin bi tevahî civakî jî tecrîd bikin. Her wiha xwestin rêya diyalog û çareseriyê jî bigirin. Li hemberî gel polîtîkayên zext û zordestiyê hat meşandin. Berxwedana Geziyê, demokratîk û aştiyane bû, lê hat krîmînalîzekirin. Doza ku duh hat dîtin de, ji bo bi dehan hevalên cezayê muebbetê hat xwestin."
 
'Mafên jinê hatin xespkirin'
 
Dîlan Dîrayet, di konferansê de qala pergala hevserokatiyê kir û wiha got: "Pergala hevserokatiyê hedef hat girtin û kayyum tayînî şaredariyên me kirin. Li dijî hedef nîşandanê jin helwesta xwe nîşan da lê bi şîdet, zext û zordariyê re rû bi rû man. Li dijî peymana CEDAW'ê ya Stenbolê helwest hat nîşan dan û li hemberî jinan polîtîkayên dijminatiyê hat meşandin. Her wiha jinên ku bi salan bi têkoşînê gelek maf bi dest xistibûn, ev mafê jinan jî hat hedef girtin. AKP, kujêr, tacîzkar, tecawîzkar û sûcdaran bi qanûnên xwe parast, lê jinên ku li dijî kuştin, tacîz û tecawizê li ber xwe da û xwe parast bi muebbetê hatin cezakirin. Qedexeya li ser kurtajê û girtina sazî û komeleyên jinan, mafê nafakayê û hwd hemû mafê jinê hatin xespkirin."
 
'Jinan bedelên giran dan'
 
Dîlan, diyar kir ku tevgera jinan û partiya HDP'ê her tim bûn kirdeya muxalefeta civakî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevgera jinan ligel zext, zordarî, şîdet û bedelên giran dîsa ji bo parastina rêxistinbûna xwe û li dijî dijminatiya jinê her tim li ser piyê xwe man û ev tişt jî bi serê xwe serkeftinek e. Jin guh nedan qedexeyan û daketin qadan, kolanan terk nekirin. Bi taybetî 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê ji bo têkoşîna jinan rojên girîng bûn û hemû jin bi girseyî tevlî çalakiyan bûn û bûn mînaka muxalefeta civakê."
 
'Di 23'yê hezîranê de bloka faşîst têk çû'
 
Berdevka Meclîsa Jinan HDP'ê Dîlan, bal kişand ser rêya 3'yemîn a ku dibe hêviya gelan û wiha qal kir: "Rêya 3'yemîn li dijî siyaseta ku hatî beranberî hev, li dijî siyaseta faşîzm û bindestiyê tifaqa dîrokî ya jinê ye. Dê bi pêşengiya jinê li dijî yekperestî, şîdet û dijminatiya gelan dê rêya 3'yemîn înşa bikin. Di 23'yê hezîranê de bloka faşîst têk çû. Partiya me û tevgera jinê ji bo muxalefeta demokratîk dê bibin aktorê sereke ya siyaseta rêya 3'yemîn. Divê em êdî li pêy nîqaşên lawaz, neçaresiya pirsgirêkan û siyaseta rojane nekevin. Faşîzm, valatiya ku em dikevinê tijê dike."
 
'Jin û dayik bûn sembolên berxwedanê' 
 
Dîlan, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin û wiha axivî: "Li dijî tecrîdê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û 200 roj dom kir. Dayikên girtiyan bi rojan li ber girtîgehan, li kolanan nobet girtin. Jin û dayik bûn sembolên berxwedanê. Her wiha karkerên jin ên Flormarê ji bo mafê xwe bi dest bixin 297 roj li ber xwe dan û bi ser ketin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo wekheviya zayendî, ji bo mafê civakî, hiqûqî û kedê dê her tim têbikoşin. Em dizanin ku heta îro em bi ser ketin û em ê îro şûn de jî bi ser kevin."