Hevşaredarên ku mazbatayên wan nehatin dayîn: Rêya sêyemîn rêya demokratîk vekiriye

  • 09:19 29 Hezîran 2019
  • Ramyarî
WAN - Hevşaredarên HDP’ê yên di hilbijartinên 31’ê adarê de bi hinceta ku KHK’yî ne mazbatayên wan nehatin dayîn, diyar kirin ku pêşiya demorkasiyê bi hilbijartinên Stenbolê hatiye vekirin û gotin rêya sêyem, rêya civaka demokratîk vekiriye û divê em xwedî li bloga demorkasiyê derkevin.
 
Di hilbijartinên 31’ê adarê de gelek namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta KHK’yî ne mazbatayên wan nehatin dayîn. Hevşaredara Artemîtê ya HDP’ê ku di 31’ê adarê de hat hilbijartin û bi hinceta KHK’yî ye mabata wê nehat dayîn Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bû. Gulcanê da zanîn ku hemû polîtîkayên tunehesibandinê yên AKP-MHP’ê, aliyên muxalîf yê civakê jî bi bandor kiriye.
 
‘Riya sêyem rêya demokrasiyê vekiriye’
 
Gulcanê da zanîn ku HDP’ê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi stratejiya xistiye jiyanê gelek şaredariyên bajarên mezin girtine û wiha got: “ Kurdan di hilbijartinên Stenbolê de jî bi bloga faşîst a AKP-MHP’ê da windakirin. Bi saya stratejiya HDP’ê li welat rêyek alternatîf ya sêyem vebûye. Rêya sêyemîn pêşî li rêya demokratîkbûnê vekiriye.”
 
‘Hilbijartinên Stenbolê bersivek mezin e’
 
Hevşaredara Tuşbayê Ayşe Mînaz jî daxuyakirin ku bi hinceta KHK’ê mazbata wê nehatiye dayîn û got yên di 31’ê adarê de vîna gel nas nekiriye, di hilbijartina Stenbolê de bersiva herî mezin girtine. Ayşeyê daxuyakirin ku aktorê herî mezin yê hilbijartinê HDP bûye û wiha dawî lê anî: “Em mifteya herî girîng a demokrasiya Tirkiyeyê ne. Em ewlehiya demokrasiya welatin. Bi destê YSK’ê mazbatayên me hatin girtin. Ev darbeyek mezin e. Ev skandalek hiqûqiye. Bi hilbijartina Stenbolê re pêşiya demokrasiyê vebûye. Divê em xwedî li vê derkevin.”