Gulsum Agaoglu: Penaberan qeza nekir, hatin kuştin!

  • 13:45 26 Hezîran 2019
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû der berê bûyera 'qezaya trafîkê' ku li Merîçê pêk hat û di encamê de 11 penaberan jiyana xwe ji dest dabû de wiha got: "Penaberan qeza nekir û hatin kuştin."
 
Li navçeya Merîç a Edîrneyê dolmîşa penaber lê siwarkirî berdestî sibehê qeza kir. Di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê ambulansan sewqî cihê bûyerê kirin û mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyan. Her wiha dolmîşa ku 15 kes siwar dibin, 45 kes hatibûn siwarkirin. Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglû der barê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku herî kêm 11 penaber jiyan xwe ji dest da û wiha hat gotin: "Drama mirovahiyê ya ku herî kêm deh penaberên dixwestin xwe bigihînin Yewnanîstanê jiyana xwe ji dest dan, penaberan qeza nekirin û hatin kuştin. Ev tişt encameke ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî penaberan nîşan dide."
 
Di daxuyaniya nivîskî de hate ragihandin ku hikûmet li dijî çeteyên kolberan tedbîran wernagire û wiha hat diyar kirin: "Hikûmet berpirsyarê kuştina penaberan e. Çeteyên kolberiyê rê li ber mirina mirovan vedike. Divê sazî û hikûmetên navneteweyî li şûna ku bazariyên qirêj bikin divê ji krîzên ku rê li ber penaberiyê vedikin re çareseriyên mayinde bibînin."
 
Daxuyanî wiha hat bi dawî kirin: "Em ê ji bo kesên ku ji ber şer û pevçûnan neçar mane ku welatên xwe terk bikin, derfetên ku ji bo rihet û di nav ewlehiyê de bijîn biafirînin. Em ê her tim mafên penaberan li her qadê biparêzin û pirsgirêkên penaberan bînin ziman."