Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Stenbol wê bibe cihê ku faşîzm lê hildiweşe

  • 09:12 21 Hezîran 2019
  • Ramyarî
STENBOL - Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku ji bo hilbijartinên Stenbolê xebatan dimeşîne, got ew ne ji bo partî an jî ji bo namzetekî, li dijî bloka AKP-MHP’ê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xebatan dimeşînin û wiha got: “Stenbol wê bibe cihê hilweşandina faşîzmê. Kurd jî wê rola xwe ya dîrokî be guman danîn holê.”
 
Piştî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartinên Stenbolê betal kir şûnde, hilbijartina wan roja yekşemê wê dîsa pêk bê. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) jî tevî namzetê wan tune jî xebatên hilbijartinê dimeşînin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, der barê hilbijartinên Stenbolê de nirxandin kir.
 
‘Bi pergala hevserokatiyê her tişt zêdetir serobino bû’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku li welat gele dijhiqûqî hene û krîzek cidî ya rêveberiyê heye û wiha pê de çû: “Di 16’ê nîsana 2017’an de di hilbijartinê referandumê de bi pergala hevserokatiyê re her tişt hinek din serobino bû. Di nav van hemûyan de hilbijartineke herêmî hat kirin. AKP’ê gelek dijhiqûqî pêk anî. Bi destê walî, qeymeqam, wezîr û dewletê kir lê dijhiqûqiya herî mezin bi destê YSK’ê hat kirin. Mazbatayên şaredarên HDP’ê betal kir û endamtiya meclîsa şaredariyê jî betal kir. Ev jî têr nekir hilbijartinên Stenbolê betal kir”
 
‘Em ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xebatê dimeşînin’
 
Gulîstanê bi lêv kir ku gelê Tirkiyeyê bi giştî rastî dijhiqûqiya AKP-MHP’ê hatiye û ev tişt anî ziman: “ HDP’ê di 31’ê adarê de li gelek metropolan namzet dernexist û tercîha xwe li alî demokrasî, wekhevî û azadiyê kiriye. Ji tifaqa demokrasiyê re derî vekiriye. Niha bi hilbijartinên 23’ê hezîranê vê pêvajoyê rêxistin dike. HDP vê helwesta xwe bi awayekî pratîk li qadan nîşan dide. Li hemû navçeyên Stenbolê parlamenter, endamên PM’ê dixebitin. Em ne ji bo partiyekê an jî namzetekî, ji bo demokrasiyê xebatê dimeşînin. Li vir dijhiqûqiyek heye. Îradeya 16 mîlyon kesî tune hat hesibandin. Ev bi destê YSK’ê kirin. Em li dijî vê demokrasî, hiqûq û azadiyê diparêzin.”
 
‘Tenê vîna hilbijêrên CHP’ê nehat dizîn’
 
Gulîstanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku HDP li dijî xespa li hember îrada gel li qadane û ev tişt bi lêv kir: “Tenê îrada hilbijêrên CHP’ê nehatiye dizîn. Îro îrada hemû hilbijêran hatiye diîzn. Li seranserê Stenbolê nêzî mîlyonek û 300 hezar dengên Kurdan hene. Li Stenbolê di hilbijartinan de Kurd xwedî rolek girîngin û dikarin li ser sindoqan diyar bikin ku kî qezenc dike. Encamên hilbijartinê wê hilbijêrên Kurd diyar bikin.”
 
Gulîstanê di dawiyê de destnîşan kir ku yek ji hedef wan ya sereke ev e ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li Stenbolê hilweşînin û got wê Kurd di hilbijartinên Stenbolê de rola xwe ya dîrokî beyî guman danîn holê.