Di 11 salî de hat qetilkirin wek terorîst hat îlankirin: DDB’ê serlêdan red kir

  • 09:11 17 Hezîran 2019
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Li Mîdyatê 22 sal berê zaroka bi navê Fatma Erkan ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û wekê ku pevçûn hatiye jiyîn çek danîbûn ber. Parêzerên ÎHD’a Mêrdînê ku têkoşîna hiqûqê ya ji bo Fatmayê meşandin di gulana 2017’an de serî li DDB’ê dan lê serlêdan hat redkirin.
 
Li gundê Çalpinar a Mîdyat a Mêrdînê di 1995’an de zaroka bi navê Fatma Erkan ku 11 salî bû dema bi hevalên xwe re dilîst ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û wek ‘teror’ îlan kirin. Wekê ku pevçûn hatiye jiyîn nîşan dabûn û keleşkof danîbûn ber. Piştî bûyerê di dozên hatin vekirin de jî biryarên ‘bêpeywirê, ‘qelsî’ hatin dayîn. ÎHD’a Mêrdînê di gulana 2017’an de li Dadgerha Destura Bingehîn (DDB) serlêdana sûc kirin û piştî du salan di bersiva hat dayîn de jî serlêdana sûc hat redkirin. Parêzer xwe amade dikin ku dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).
 
‘Endama rêxistinê’ îlan kirin
 
Dozgeriya Komarê ya Mîdyatê Fatma ya biçûk ku lingê wê tazî, ligel wê cotek telik hebû û li ser etekê wê hebû, ‘endama rêxistinê’ îlan kiribû. Piştre jî biryara ‘bêpeywirê’ dan û dosya şandin Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Di Sibata 2014’an de bi îdiaya Fatma di pevçûna derketiye de ji aliyê leşkeran ve hatiye qetikirin, doz hat vekirin. Lê serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara ‘qelse’ da û dosya dîsa şand Serdozgeriya Komarê ya Mîdyatê.
 
Cenaze nedan malbatê
 
Di 2017’an de ÎHD’a Mêrdînê li DDB’ê serlêdana sûc kir. Di serledana sûc ya hat kirin de hat gotin ku cenazeya Fatmayê nedane malbatê. Lê piştî biryara du salan şûnde hat dayîn de, serlêdana sûc hat redkirin. Parêzer wê piştî vê biryarê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).