‘Bila Kurdistanê li Enqereyê vebêjin ku em ji samimiyeta wan bawer bikin’

  • 09:05 17 Hezîran 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Tulay Hatîmogullari da zanîn ku cudakarî bi AKP’ê kûrtir bûye û derbarê gotina Kurdistan a namzetê AKP’ê yê Stenbolê Bînalî Yildirim beriya hilbijartinê gotibû de axivî û got: “Bi çend hevokan nikarin kesî bixapînin. Bila vê gotinê li Enqereyê bêjin ku em ji samimiyeta wan bawer bikin.”
 
Serokomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di pêvajoya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de xîtabê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî kiribû û gotibû ‘li Bakurê Iraqê Kurdistan heye, bicehime biçe wir’ ev gotinên nîjadperest demek dirêj hatibûn nîqaşkirin. Piştî hilbijartinan, hilbijartina Stenbolê hat betalkirin û wê di 23’ê Hezîranê de ji nû ve bê kirin. Namzetê AKP’ê yê Stenbolê Bînalî Yildirim di çarçoveya hilbijartinên Stenbolê de çûbû Riha û Amedê û gotibû ‘Gazî Mustafa Kemal Ataturk dema Meclîsa Gel a Mezin li Enqereyê kom kir, di nava nûnerên vexwendî kir de ji Kurdistan û Lazîstanê jî berdevk hebûne. Em ê prîmê nedin kesên ku yekitiya me xera dike’.
 
‘Tirkiye li şûna bi komkujiyan re bê rû hev, li ser siyasetê dike’
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, zimanê newekhev ê AKP bi kar tîne nirxand û got yek ji felsefeyên hebûnê ya AKP’ê ev e ku welatiyên li welat dijîn, wek etnîk, ol û mezhebî ji hev bike û wiha pê de çû: “Newekhevî bi AKP’ê kûr bû. Di salên avakirina komarê de gelek qirkirin hene. Qirkirina Ermenî, ya Pontus, ya Çerkez. Li şûna bi van re bên rû hev, berovajî vê dikin. Li ser siyasetê dikin. Ji ber Ekrem Îmamoglu ji Behrareş e îdia dikin ku Pontus e. Dikare Pontus be, welatiyên li vî welatî dijîn ji her ziman, nîjadî ne. Ev ne karê me ye ku em li ser nasnameyan nirxandinê bikin.”
 
‘Aydiyet wek dijûn tên bikaranîn’
 
Tulayê daxuyakirin ku hewl tê dayîn serkeftina Îmamoglu têk bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hilbijartineke dijhiqûqî ya tê dubarekirin heye. Ji bo kirdeya siyasî reş bikin dîsa ol, mezheb û etnîk wek dijûn tê bikaranîn. Ev şerma herî mezin e. Em vê nîqaşê rast nabînin. Ne rast e ku nîqaş li ser Topal Osman bên kirin. Di encamê de Topal Osman kesekî ku komkujî pêk aniye. Çerkez qetil kiriye, ji ser vê rutbe girtiye.
 
‘Gelê Kurd ji desthilatdariyê tu car bawer nake’
 
Tulayê destnîşan kir ku di her hilbijartinê de li ser etnîkî nîqaş tên kirin û ev jî siyaseta durû nîşan dide û wiha pê de çû: “Niha ji bo hilbijartinan qezenc bikin şêwaza xwe ya li dijî Kurdan hewl didin rast bikin. Îro ne gelê Kurd û ne jî gelên dildarên HDP’ê bi AKP’ê bawer nakin. Duh ji gelê Kurd re gotin ‘biçin li Kurdistanê bijîn’. Niha jî pesnê gelê Kurd didin û hewl didin dengê wan bigirin. Gelê Kurd gelekî rêxistinkiriye. Tu car bi Erdogan û Bînalî bawer nakin. Ger desthilatdarî samîmî be divê piştî hilbijartinan pirsgirêka Kurd dane ser maseya çareseriyê. Lê niha em ji desthilatdariyê tiştekî wisa napên. Ji ber vê desthilatdariyê hemû planên xwe, siyaseta xwe ya derve li dijî kurdayetiyê dîzayn kiriye.”
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber parlamenterên HDP’ê gotina ‘Kurdistan’ bi kar anîne der barê wan de fezleke hatiye amadekirin, lê Bînalî îro ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne û wiha dawî lê anî: “ Ger ev gotin li Enqereyê bigotina em ê bi samimiyeta wan bawer bana.”