Ji bo Dersîm Dag fezleka nû: Tevlîbûna bernameya bîranînê bû propaganda

  • 09:16 31 Gulan 2019
  • Ramyarî
AMED - Der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag de vê carê bi hinceta tevlî bîranîna ji bo endama Dîwana KCD’ê Dîlek Adsan ya di 21’ê tebaxa 2018’an de jiyana xwe ji dest dabû, bûye, fezleke hat amadekirin.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersîm Dag ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê, 85 rojan di grevê de bû. Di rojên borî de ji bo grevên birçîbûnê 3 fezlekeyên cuda hatin amadekirin. Vê carê jî bi hinceta tevlî bîranîna ji bo endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dîlek Adsan ya di 21’ê tebaxa 2018’an de jiyana xwe ji dest dabû, bûye, fezleke hat amadekirin. Di fezlekeya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye amadekirin de hat îdiakirin ku Dersîmê ‘propgandaya rêxistinê’ kiriye. 
 
Di dema bîranînê de wêneyên Dîlek Adsan yên li salonê hatine daliqandin, posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên hatibûn daliqandin, ji aliyê serdozgeriyê ve ji bo ‘propagandayê’ wek delîlên têr hat dîtin. Tevlîbûna Dêrsîmê ya kongreya KCD’ê jî wek tespîtên, ku ev sûcên tên îdiakirin kiriye, fezleke hat amadekirin.
 
Di fezlekeya hat amadekirin de hat gotin ku der barê parlamentera ku navê wê derbas dibe de ji xala 83’emîn a Destura Bingehîn destnedana wê bê rakirin.