Hulya Alokmen: Nedayîna mazbatayan ne dawiye, destpêkek nû ye

  • 09:14 31 Gulan 2019
  • Ramyarî
AMED - Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan ku ji ber KHK’yî bûn mazbatayên wan nehatin dayîn, xebatên xwe yên li HDP’a Amedê didomînin. Hulyayê wiha got: “Di pêvajoya hilbijartinê de sozên me dabûn gelê xwe hebû. Negirtina mazbatayê ji bo me ne dawî ye. Destpêkek nû ye.”
 
Hulya Alokmen ku di hilbijartinên 31’ê adarê de hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin, bi hinceta KHK’yî ye mazbataya xwe negirt. Zeyyat Ceylan ê hevşaredarê Rêzanê hat hilbijartinû bi hinceta KHK’yî ye mazbata wî nehat dayîn. Di 12’ê gulanê de di kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi şîara ‘Em li dijî zilmê berxwe didin û wê bi ser kevin’ pêk hat de hevserokên HDP’a Amedê hatin hilbijartin. Hulyayê nedayîna mazbatayan û pêvajoya hat jiyîn nirxand.
 
Hulyayê destnîşan kir ku HDP’ê di pêvajoya amadekariya hilbijartinên 31’ê adarê de kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin, di siyasetê de cih dane wan û wiha pê de çû: “Di çarçoveya vê projeyê de di gelek şaredariyan de KHK’yî ji bo hevşaredarî û endamtiya meclîsê hilbijart. Deriyên xwe ji bo KHK’iyan vekir. Ji jinan û KHK’yiyan pereyê serlêdanê jî negirt. Di şevekê de bi KHK’yê bi sedhezaran kes ji karê wan hatin îxrackirin. Hemû riyên dadgehê girtin û îtîraz nehatin qebûlkirin. Hinek hevalên me di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de wek parlamenter hatin hilbijartin û niha li meclîsê ne. Dema me serlêdan kir pisgirêk derneket. Piştî hilbijartinê darbe kirin û mazbata nedan.”
 
‘Ji bo me ne dawiye, dest pê ke’
 
Hulyayê bi lêv kir ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji HDP’ê re kemîn ava kiriye û niha li Rêzenê kesekî ji 25 deng girtiye şaredariyê bi rêve dibe û got: “Li Tirkiyeyê 54 kesî mazbatayên xwe negirtin. Ji ber em ketin şaredariyê em hedef girtin. Wekê em şaredariyan talan dikin nîşan dan. Bêguman di dema pêvajoya hilbijartinê de me soz dan gelê xwe. Ev soz ne tenê ji bo hilbijartinên şaredariyê bûn. Me doz da gelê xwe ku em ê heta dawî li cem gelê xwe bin. Negirtina mazbatayan ji bo me ne dawiye, destpêk e. Têkoşîn didome. Wek me soz daye gelê xwe em ê li her derê ala xwe hil din.”
 
‘Hewl didin têkoşîna kolanan biçewisînin’
 
Hulyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di 12'ê gulanê de di kongreya ku pêk hatî de bûn namzet. Namzetiya me hat erê kirin. Ez û Zeyyat Ceylan bi hevre hevserokatiya HDP’ê dikin. Dixwazin têkoşîna jinan a li kolanê biçewisînin. Em jin wê li dijî vê her tim li kolanan bin û bersivê bidin polîtîkayan.”