Dîrayet Dîlan Taşdemîr: Pêkanîna hiqûqa xwe ne sûc e

  • 09:21 23 Gulan 2019
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr da zanîn ku çalakgerên greva birçîbûnê tenê dixwazin dewlet hiqûqa xwe pêk bînin û wiha got: “Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn. Divê tecrîd bê rakirin."
 
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul di 16’ê gulanê de daxuyanî da û da zanîn ku qedexeya hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye rakirin û 6 roj şûnde parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê carek din bi muvekîlên xwe re hevdîtin pêk anî. Parêzeran herî dawî di 2’ê gulanê de hevdîtin pêk anîbûn.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr geşedanên dawî nirxand. Dîrayetê bi lêv kir ku her kesên li maf digerin ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye dorpêçkirin û girtîgeh veguherîne kampên komkirinê. Dîrayetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja grevan dest pê kiriye AKP ketiye helwesteke ku çalakiyê girîng nabîne û siyasetê nas nake. Bi saya berxwedana girtiyan û jinan grev ketiye rojeva Tirkiye û hemû cîhanê.”
 
‘Girtî dixwazin hiqûq pêk bê’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin hiqûq pêk bê û ev tişt anî ziman: “Tevî grev hatine asteke kirîtîk. Li girtîgeha Kandira, Tekîrdag û Boluyê zext pêk tên. Cezayên dîsîplînê tên dayîn, çalakgeran dikin hucreya yek kesî. Li dijî dayikên ji bo zarokên xwe têdikoşin êrîşên tund pêk tên. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn. Divê tecrîd bê şikandin.”
 
‘Girtîgeh bûne wek kampên komkirinê’
 
Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku pirsgirêka girtîgehan ji paşerojê heta îro di alî demokrasiyê de bi îbret e û gelek kes ji ber nêrînên xwe yên polîtîk, ji ber endamê partiyek siyasî ne an jî muxalefet in di girtîgehan de ne, girtîgeh bûne wek kampên komkirinê. 
 
Dîrayetê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyan li dijî vê tecrîdê dest bi grevê kirin. Divê dewlet demildest dest ji van polîtîkayên tecrîdê yên faşîzmê berde.”