Feleknas Ûca: Her ku êrîş zêde dibin xeta berxwedanê jî mezin dibe

  • 09:18 21 Gulan 2019
  • Ramyarî
AMED - Feleknas Ûca ya HDP’î diyar kir ku piştî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê şûnde, têkoşîna dayikên laçikspî dest pê kiriye û got: “Tu hincet nikare van êrîşan rewa bike. Ji bo zarokên wan bitirsînin êrîşê dayikên wan dikin. Lê wê dayik û girtî vê berxwedana dîrokî bi serkeftinê tacîdar bikin.” 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 195’an de berdewam dike. Ji 1’ê Adarê de jî li hemû girtîgehan ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiya xwe didomînin. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê. Dayikên girtiyan jî bo dengê wan bidin bihîstin li her derê berxwe didin û rastî êrîşan tên. Li Êlihê di çalakiya pêk hat de polîsan êrîş kir û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ji milê xwe birîndar bû. Li nexweşxaneyê hat hînbûn ku di milê wê de şikestin heye. 
 
Feleknasê destnîşan kir ku ew berxwedana dayikên girtiyan û berxwedêrên greva birçîbûnê silav dike û got: “Em şahidiya berxwedanek dîrokî dikin. Bi pêşengiya Leyla Guven berxwedan li her derê belav bû. Berxwedana bi pêşengiya Leylayê hatiye destpêkirin bi berxwedana dayikên laçiksipî berdewam dikin. Dayik li kolanan ji bo dengê zarokên xwe bidin bihistin berxwedanek mezin nîşan didin. Em bawer dikin ku bi pêşengiya jinê wê tecrîd bişkê. Bi pêşengiya jin û ciwanan wê aştî û demokrasî bê. Ji bo zarokên wan bitirsînin êrîşê dayikên wan dikin. Lê berxwedana wan bi biryarek mezin didome.”
 
‘Her ku êrîş zêde dibe berxwedan jî zêde dibe’
 
Feleknasê bi lêv kir ku her ku êrîş zêde dibin, berxwedan jî mezin dibe û baweriya bi serkeftinê zêde dibe. Feleknasê daxuyakirin ku hejmara dayikên girtiyan yên piştgiriyê didin çalakiyan roj bi roj zêde dibin. Feleknasê ev tişt bi lêv kir: “Berxwedana dayikan wê bigihêje serkeftinê. Ev zext û êrîş wê negihêjin armanca xwe. Wê dayik heta bigihêjin armanca xwe dakevin kolanan. Tu êrîş wê bi dayikan şûnde gavê nede avêtin.”