‘Berxwedana dayikan wê bi AKP’ê bide windakirin’

  • 09:09 21 Gulan 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama MYK Partiya Şoreşgere Burcugul Çubuk diyar kir ku wê berxwedana xizmên girtiyan bi AKP’ê bide windakirin û wiha got: “Ji tiştekî natirsin, rastî şîdeta dewletê bên jî sibê dîsa li heman cihê ne û destmalên xwe yên sipî bûne sîmgeya hemû kesî ya aştî, edalet, wekheviyê.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 195’an de berdewam dike. Ji 1’ê Adarê de jî li hemû girtîgehan ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiya xwe didomînin. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê.
 
Rewşa girtiyan hatiye astek krîtîk û dayikên girtiyan jî li kolanan û ber girtîgehan bi destmalên sipî hewl didin deng derbixin. Di vê pêvajoyê de piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de parêzeran bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî daxuyanî da û got qedexa hevdîtinê rabûye. Lê ji ber hevdîtinan berdewam nekir û neketiye bin ewlehiyê çalakî didomin.
 
‘Desthilatdarî tenê ji nedîtîve tê’
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, da zanîn ku ew dizanin ku girtî bedelek çawa didin û got hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û wiha pê de çû: “Girtî bi hevdîtinekê çalakiya xwe bi dawî nakin. Ji xwe bedena wan zirara heyî dît. Dixwazin ji bo hemû gelan hinek tiştan bikin. Aştiyê dixwazin. Jiyanek bi rûmet dixwazin. Lê dewlet di vê mijarê de pêngavê navêje. Ji ber aştiyek bi rûmet ji bo desthilatdariyê deng û rantê pêk nayne. Ji ber vê jî dixwaze kaos bidome. Gelê Kurd bi salane têdikoşe. Ji bo nasname û jiyanek bi rûmet bi salane têdikoşin. Divê em jî ji her derê piştgiriyê bidin berxwedana girtî û dayikan.”
 
‘Wê berxwedana dayikan bi AKP’ê bide windakirin’
 
Burcugulê daxuyakirin ku ji bo li girtîgehan mirin neyên jiyîn divê dewlet demildest pêngavê bavêje û got li hember dayikên ku ji bo zarokên xwe li kolanan û ber girtîgehan têdikoşin, êrîşên tund yên dewletê pêk tên. Burcugulê destnîşan kir ku êrîşa li hember xizmên girtiyan bêtehemulê nîşan dide û wê berxwedana dayikan bi AKP’ê bide windakirin.
 
‘Destmala sipî li dijî faşîzmê bû sîmge’
 
Burcugulê di dawiya axafatina xwe de anî ziman ku destmala sipî ya ku xizmên girtiyan davêjin serê xwe, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye sîmgeya aştî, azadî û wekheviyê û wiha got: “ Hewl da ku grevên birçîbûnê bên dîtin. Destmala sipî bi wateya xwe ya li cîhanê, li dijî faşîzma welat bûye sîmgeya têkoşînê.”