Salîha Aydenîz: Divê muxatab peyama Îmraliyê baş binirxînin

  • 09:34 16 Gulan 2019
  • Ramyarî
Rengîn Amed
 
AMED - Salîha Aydenîz ya HDP’î hevdîtina parêzeran a Abdullah Ocalan re ku piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de pêk hat, nirxand û wiha got: “Divê deklerasyona 7 xalî ji aliyê muxataban ve baş bê nirxandin. Vê deklerasyonê carek din nîşan da ku ji zilm, zext, şîdetê tu encam nayê girtin û bi demokrasiyê gel dikarin bi ser bikevin.”
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin didomin. Niha li girtîgehan 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Li her çar alî cîhanê ji bo tecrîd bê rakirin jî çalakî pêk tên û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re li grava Îmraliyê di 2’ê Gulanê de hevdîtinek pêk anîn.
 
Parêzeran deklerasyoneke ji 7 xalî pêk dihat ya ku Abdullah Ocalan û girtiyên ligel wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar amade kiribûn jî bi rayagiştî re parve kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, hevdîtina parêzeran, deklerasyona hatiye weşandin û çalakiya xizmên girtiyan nirxand.
 
'Tunehesibandina daxwaza hezaran, tê wateya tunekirina demokrasiyê’
 
Salîhayê di berdewamiyê de destnîşan kir kir ku pergalala dîktatoryal a faşîst ya ku hewl tê dayîn hem li Tirkiye hem jî li Rojhilata Navîn bê avakirin, ji 2015’an de bi tecrîda heyî re hiqûqa şer jî daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Bi tecrîda heyî re, hewldana darbeyê û piştî wê bi dehan sazî hatin girtin, qeyûm tayînê şaredariyan bûn û parlamenter hatin girtin. Bi vê re konsepta şer hat destpêkirin. Ji 30’ê Nîsan û 10’ê Gulanê û şûnde 30 girtî ketin rojiya mirinê. 8 sal şûnde li Îmraliyê di 2’ê Gulanê de hevdîtinek nêzî saetekê pêk hat. Daxwaza bi hezaran kesî daxwaza demokrasiyê ye. Li dijî vê sekinînin, di bin hiqûqê de mayîne. Tunehesibandina demokrasiyê ye.”
 
‘Deklerlasyonê nîşan da ku ji şîdetê encam nayê girtin’
 
Salîhayê bi lêv kir ku Abdullah Ocalan 20 sale di bin tecrîdê de ye û wiha got: “20 sale jî li Îmraliyê berxwedanek bi heybet nîşan dide. Di encama vê berxwedanê de di 2’ê Gulanê de hevdîtinek pêk hat. deklerasyonek 7 xalî hat şandin. Deklerasyonê nîşan da ku ji şîdetê encam nayê girtin. Îro bi hezaran kes di grevên birçîbûnê de ne. Ji avabûna komarê heta niha hatiye dîtin ku şîdet, şer, tunehesibandin, komkujiyan encam nedaye. Divê muxatab deklerasyona 7 xalî baş binirxînin.”
 
‘Em wek HDP li gorî rêgezên xwe tev digerin’
 
Salîhayê bi lêv kir ku dayikên derdikevin kolanê jî rastî şîdetê tên û got ew ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêngavê davêjin û wê wisa jî bidome. Salîhayê wiha berdewam kir: “Em li gorî rêgezên xwe tev digerin. HDP’ê ji bo azadî û demokratîkbûna Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de pêngav avêtiye. Ji bo vê jî em HDP dê li gorî rêgezên xwe tev bigerin. Em bang li muxataban dikin; ji bo girtiyên di grevê de her saet her deqe gelek girîng e. Hîna ku dereng nemane divê gav bê avêtin.”