Dêrsim Dag: Heta tecrîd ranebe lihevkirina civakî ne pêkan e

  • 09:23 12 Gulan 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Dersim Dag ya 67 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê 8 sal şûnde pêk anîne erênî ye û wiha pê de çû: “ Hewcedariya me bi lihevkirina civakî, demokrasî û aştiyê heye. Lê heta tecrîd ranebe, aştî û lihevkirina civakî ne pêkan e.”
 
Di pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê  Leyla Guven de li girtîgehê di 8’ê Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê hat destpêkirin û li gelek deveran belav bû. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî ji 3’ê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de ye. Dersîmê der barê hevdîtina ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 2’yê Gulanê de li Îmraliyê bi muvekîlê xwe  Abdullah Ocalan re kirin nirxandin kir û balkişand ser peyama ji rayagiştî re hat aşkerakirin.
 
‘Birêz Ocalan carek din nîşan da ku ligel aştiyê ye’
 
Dersimê diyar kir ku piştî 8 salan hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin girîng û  cihê kêfxweşiyê ye û wiha pê de çû: “Peyamên bi hêvî û erênî bi rayagiştî re hatin parvekirin. Tevî vê hevdîtin dîsa di bin şertên giran yên tecrîdê de pêk hatiye. Divê ev rewş li ber çavan bê girtin. Hewcedarî bi lihevkirinek civakî, demokrasî û aştiyê heye. Heta tecrîd ranebe, hevdîtin bi awayekî sîstematîk pêk neyên ev jî ne pêkan e. Bi hevdîtineke di bin tecrîdê de pêk hatiye mirov nikarin bigihêjin cihekî. Tevî poltîkaya tecrîdê ya giran û piştî rakirina pêvajoya tecrîdê şûnde, Birêz Ocalan der barê pirsgirêka kurd de di heman nokteyê de ye û carek din nîşan daye ku ew li alî aştiyê ye."
 
‘Divê daxwaz bên cih’
 
Dersimê destnîşan kir ku yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û greva bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin jî 6 meh derbas kiriye. Dersîmê bi lêv kir ku bi hezaran girtî di şertên giran de bi îradeyek mezin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin û got: “Di heman demê de 15 girtî ji 30’ê Nîsanê de ketine rojiya mirinê. Ji bo wan êdî her deqe girîng e. Asta krîtîk ji zude derbas bûye. Berî ku rewşa girtiyan xirabtir bibe tu kes jiyana xwe ji dest bide  divê daxwaz bên cih. 7 xalên ku hemû çalakger li ser mitabikin, ji rayagiştî re hatin deklere kirin. Ev 7 xal gelek girîng in, tiştên ku divê destura bingehîn bîne cih vedibêjin. Divê ev daxwaz demildest bên cih. Di rewşên neyînî yên pêk bên de jî tu gotina kesî namîne.”
 
‘Li şûna gelê me axaftin bi hedê kesî neketiye’
 
Dersimê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser şîroveyên der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re yên li ser medya civakî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “HDP û tevgerên şoreşger yên muxalîf yên bi HDP’ê re di piştevaniyê de ne, xwedî hêz û destkeftiyên mezin yên polîtîk in. Em ji kevneşopiyek bi kok tên. Ji ber vê jî ne hedê kesî ye ku li şûna me û gelê me bi axivin. Li ser medya civakî û hinek weşanan hewl tê dayîn ev bê afirandin lê ev hewldanek vala ye. Em û gelê me dizanin ku em ê çi bikin. Yên vê mereq dikin jî dikarin li paşeroja tevgera me ya siyasî û sekna gelê me binêrin.”