Fatma Kurtulan: Îmralî tevî her tiştî ‘aştî û wekheviyê’ dixwaze

  • 09:19 11 Gulan 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren-Dîlan Babat
 
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re erênî ye lê divê hevdîtin sîstematîk bibe û wiha got: “Birêz Ocalan tevî hemû geşedanên neyînî dibêje diyalog, lihevkirin û wekhevî. Divê her kes bala xwe bide vê peyamê. Divê êdî Tirkiye vê şermê ji holê rake.”
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 6’ê Gulanê de daxuyaniyek çapemeniyê da û da zanîn ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê di 2’ê Gulanê de hevdîtinek pêk anîne û berfirehiya hevdîtina saetekê parve kirin. Her wiha parêzeran deklerasyona ji 7 xalî pêk dihat a bi îmzeya girtiyên li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re tên girtin, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî bi raygiştî re parve kirin. Piştî hevdîtinê girtiyên PKK û PAJK’ê jî diyar kirin ku hevdîtin nayê wateya ku bi giştî tecrîd rabûye û got heta daxwazên wan neyên cih wê çalakiya wan bidome.
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan der barê hevdîtina ku 8 sal şûnde hatiye kirin, deklerasyona 7 xalî û grevên birçîbûnê nirxand.
 
‘Piştî 7 tabûtên ji girtîgehê derketin hevdîtin pêk hatin’
 
Fatmayê da zanîn ku ji bo hevdîtina li Îmraliyê pêk tê HDP’ê hewldanek cidî nîşan daye û dijhiqûqî her tim anîne rojeva Lijneya Giştî ya Mecslîsê û got: “Me li pêşberî rayagiştî ji bo vê daxwaza hiqûqî têkoşîn da. Ev 8 sal bû demokrasî hatibû rakirin. Em vê li her qada jiyanê hîs dikin. Divê ev hevdîtin bidomin. Ya divê di şertên demokrasiyê de bê kirin. Lê dîsa jî piştî 7 tabûtên ji girtîgehê derketin hevdîtin pêk hat.”
 
Fatmayê daxuyakirin ku girtî grevê bi dawî bikin jî xesarên di bedena wan de wê seranserê jiyana wan bimîne û ev tişt bi lêv kir: “Pêkhatina hevdîtinê girîng e lê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê bi dawî nabin. Di vê pêvajoyê de Erdogan dibêje ‘hevdîtina malbatê jî çêbûye’. Bi giştî carek du caran hevdîtin pêk hatin. Ji bilî wê malbat û parêzer nikarin biçin. Birêz Ocalan ji tu mafê xwe fêdeyê nagire. Li vî welatî girtî bi mirinê dibêjin ‘qanûnê xwe pêk bînin’. Divê êdî Tirkiye vê şermê ji holê rake.”
 
‘Tevî hemû geşedanan dibêje ‘aştî, lihevkirin û wekhevî’
 
Fatmayê der barê deklerasyona 2013’an de jî wiha got: “Pêvajoyek bi 2013’an re dest pê kir hebû. Dîsa deklerasyona Newroza Amedê girîng bû. Piştre Mutabakata Dolbahçeyê hat danîn. Vê lihevkirina civakî danî holê, pirsgirêka girîng a Tirkiyeyê û ev pirsgirêk bi Tirkiyeyê sînor nedikir, pirsgirêka li Rojhilata Navîn, Sûriye û Ewropayê belav bûbû, bi awayekî demokratîk danî ser maseyê. Yanî li Tirkiyeyê şert û mercên baş hatibûn afirandin. Tevî hemû geşedanên neyînî yên hatin jiyîn dîsa ‘lihevkirin, wekhevî, diyalog, muzakere’ tê gotin. Divê her kes guh bide vê peyamê.”
 
‘Civakê tevî hemû zextan navber nekir navbera xwe û demokrasiyê’
 
Fatmayê her wiha destnîşan kir ku ji pêvajoya çareseriyê heta niha gelek guherîn hatine jiyîn û di hawireke ku zextên pir tund hatiye jiyîn de civakê cudatî nekiriye navbera xwe û demokrasiyê û di mînaka dawî ya hilbijarinê de jî me ev dît.
 
‘Ger rojiyên mirinê dest pê kiribin, xuyaye hewldan kêm in’
 
Fatmayê balkişand ser grevên birçîbûn û rojiyên mirinê û wiha pê de çû: “Dibe ku wek berê gel bi girseyî daneketin kolanan, lê me di Newroz û 8’ê Adarê de qad dîtin. Bi hezaran kes tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bûn. Ev jî tê wateya ku tevgera civakê heye. Terza çalakî û bernameyan li gorî demê diguhere. Hewce bi manevrayan heye. Ger girtiyan çalakiya xwe veguhertine rojiyên mirinê wê demê qelsiyek heye, hewldan kêm in. Divê em vê dînin ser maseyê û qe nebe di alî xwe de nîqaş bikin. Divê her kesê li alî demokrasiyê vê bike.”
 
Fatmayê balkişand ser Roja Dayikan û got: “Hewcedarî bi hawireke ku dayik dikarin zarokên xwe bi ewle mezin bike heye. Di lijneya Giştî de yên bêyî rûyê wan sor bibin behsa Roja Dayikan dikin hene. Zarokên dayikan li ber çavên wan dihelin. Dayik diçin hevdîtinan zarokên xwe nabînin. Dayik ji bo zarokên xwe diçin ber girtîgehan. Lê li ber deriyan tên derbkirin. Dayikên 70 salî bi erdê re tên kaşkirin.”
 
Fatmayê biryara nûbûna hilbijartinê ya Stenbolê ya ji aliyê YSK’ê ve hatiye dayîn jî nirxand û bi lêv kir ku wê ji bo Stenbolê demek dirêj nîqaş bikin û hewldana xwe danîn holê. 
 
‘Em bibin dengê qêrîna dayikan’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de dîsa balkişand ser grev û rojiyên mirinê û got: “Grev ketine astek krîtîk. Bala her kesî bawer bikin li wir e. Ev tenduristiya rihê civakê xera dike. Der barê girtiyan de dikare encamên cidî derkevin holê. Em bi hev re ji bo qêrîna dayikan bibin deng. Em mil bidin wan. Divê daxwaza girtiyan daxwaza wan bê dîtin. Divê hevdîtin berdewam bikin. Ev wê gelek encaman biguherîne. Divê demildest pêngavek bê avêtin.”