Derbarê Remziye Tosûn a HDP'î de 2 fezleke hatin amadekirin

  • 11:08 10 Gulan 2019
  • Ramyarî
AMED - Daxuyaniyên parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun wekî sûc hatin hesibandin û derbarê wê de 2 fezleke hatin amadekirin. 
 
Ji bo destnedayina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn bê rakirin derbarê wê de 2 fezleke hat amadekirin. Axaftina Remziye ya ji bo Stêrk Tv û roportaja ku derbarê binçavkirinan de da wekî sûc hatin hesibandin. Bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" roportaj û axaftina televizyonê ya Remziye sûc hatin hesibandin. 
 
Her wiha daxuyaniya derbarê 3'emîn salvegera dorpêçkirinan a ku Remziye Tosun û parlamenterê HDP'ê Musa Farisogulari kir sûc hat hesibandin. Heta niha 14 feleke derbarê Remziye de hatine amadekirin.