Remziye Tosun: Divê hikûmet biryarbûna girtiyan bibîne

  • 09:31 9 Gulan 2019
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku hevdîtina ku 8 sal şûnde parêzeran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiriye, serkeftina çalakgerên di grevê de ye û dayikên bi rojane berxwe dide ye û wiha got: “Divê hikûmet biryarbûna girtiyan bibîne. Divê li gorî wê pêngavê bavêje. Divê civaka Tirkiyeyê jî piştgiriyê bide dayikan.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin, di roja 183’emîn de ye. Bi heman daxwazê li hemû girtîgehan 7 hezar girtî ketin grevê û greva wan didome. Ligel vê 15 girtî jî di 30’ê Nîsanê de ketin rojiya mirinê.
 
Dayikên girtiyên di grev û rojiya mirinê de jî li ber girtîgehan û her qadê hewl didin dengê zarokên xwe bidin bihîstin.
 
‘Girtî dixwazin tecrîd rabe’
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, diyar kir ku hikûmet polîtîkayeke bêdengiyek bi zanebûn dimeşîne û wiha got: “Bi mehane berxwedaneke li girtîgehan didome heye. Di şexsê Leyla Guven de li hemû girtîgehan û li her derê cîhanê ji bo rakirina tecrîdê bedenên ku dane ber birçîbûnê hene. Daxwaza Leyla Guven û hemû girtiyan di esasê de pir zelal e, rakirina tecrîdê ye û pêkhatine hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye.”
 
‘Tu zext nikare qêrîna dayikan di dawî bike’
 
Rezmiye Tosun bi lêv kir ku rewşa 15 girtiyên di rojiya mirinê de krîtîke û wiha pê de çû: “Ji her mirina ji girtîgehan hikûmet berpirs e. Hewl didin tecrîdê rewa bikin û civakê wisa bidin fêrkirin. Lê ev gel bi van lîstikan bawer nake. Dayik her roj bi erdê re tên kaşkirin, tên derbkirin. Dayik naxwazin zarokên wan bimirin. Ji ber vê her roj rastî êrîşan tên. Lê ev êrîş û zext wê qêrîna dayikan bi dawî nake.”
 
‘Hevdîtina li Îmraliyê serkeftina dayikan e’
 
Remziyeyê balkişand ser hevdîtina ku parêzeran 8 sal şûnde bi muvekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiriye û wiha dawî lê anî: “Lê dema mirov daxuyaniya girtiyan li ber çavan digirin, tê dîtin ku çareseriyek mayînde tê xwestin, berdewamiya hevdîtinan tê xwestin. Hevdîtineke 3 mehan carê tê kirin têr nake. Bêguman 8 sal şûnde hevdîtina hatiye kirin girîng e. Ev serkeftina girtiyan û dayikan e. Lê divê daxwazên esas demildest pêk bên. Hikûmet divê biryarbûna girtiyan bibîne û li gorî vê pêngavê bavêje. Rakirina tecrîdê rizgariya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em wek îradeya gel wê heta dawî li gel dayikan bin, divê civaka Tirkiyeyê jî piştgiriyê bide dayikan.”