Serpîl Kemalbay: Di sedsala 21’ê de êdî alavên nû hewce ne

  • 09:21 4 Gulan 2019
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR  - Serpîl Kemalbay balişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, grevên birçîbûnê û şîdeta polîsan a li ser dayikan û wiha got: “Rêxistinên navneteweyî, binpêkirinên mafan her tim ji nedît."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin di roja 178’emîn de berdewam dike û ji 1’ê Adarê 7 hezar girtî çalakiya grevê didomînin. Her wiha 15 girtî jî di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê. Dayikên girtiyan yên dixwazin dengê zarokên xwe bidin bihistin jî rastî êrîşa polîsan tên.
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay pêvajo nirxand û diyar kir ku kesên ketine greva birçîbûnê, li dijî avabûna civakek dijdemokratîk ya hatiye pêşxistin bertekên xwe danîne holê.
 
‘Alavên kevn îro pisgirêkên kangrenî bûne çareser nake’
 
Serpil di axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên û şîdete li hemberî dayikan û wiha got: “Helwestek wek nêzîkatiya polîsên Îngîlîz li avahiya Rêxistina Efûyê (Amnesty Înternatîonal) şîdet li çalakgeran pêk aniye hatiye nîşandan. Ji bo çareseriya binpêkirina mafan û hiqûqê divê alavên nû hebin. Cudabûna şertên di sedsala 21’ê de, ji ber YE ji nirxên xwe dur ketiye, dibe sedema ku binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê neyê dîtinê. Alavên berê pirsgirêka demokrasî, mafê mirovan û hiqûqê ya kangrenî bûye çareser nake.Divê di sedsala 21’ê de saziyên nû û destkefiyên nû bê bidestxistin.”
 
‘Rakirina tecrîdê tê wateya bidawîbûna krîza aborî û mirovahî’
 
Serpîlê destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji bo yek kesî nayên kirin û ji ser Abdullah Ocalan û girtiyên Îmraliyê, her diçe civakak dijdemokratîk tê avakirin û wiha berdewam kir: “Ji bo çareseriya pirsigirêka Kurd derî bên vekirin û êdî îradeya gelekî bê nasîn. Rakirina vê tecrîdê tê wateya ‘em biaxivin, pisgirêkan çareser bikin, bi çek û asîmîlasyonê pisgirêk nayê çareserkirinê’. Di 40 salên dawî de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û beşek çavkaniyên mezin yên Tirkiyeyê ji şer re hatin xerckirin. Li hember vê jî îro krîza aborî û mirovahî tê jiyîn. Berxwedêr di krîza siyasî û aborî de jî çareseriyê pêşniyar dikin. Ji bo vê jî çalakiya herî pasîf a cîhanê yanî grevên birçîbûnê pêk tên.”
 
Serpîlê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser mirinên di encama vê çalakiyê de pêk tên û got ev wê pir adi navbera gelan de dînamît bike û jiyanek di nav aştiyê de sabote bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê kes ji xwe re ranta siyasî bi dest nexe û demildest hiqûq û destura bingehîn tiştên pêwist bîne cih. Tehemula me li dijî windakirina Leyla û girtiyan tune. Divê ev gel êdî van êşan nejîn.”