HDP: Bila Leyla Guven bijî

  • 15:17 30 Nîsan 2019
  • Ramyarî
ENQERE - HDP'iyan bi dirûşma "Bila Leyla Guven bijî" li ber Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Fatma Kurtulan, diyar kir ku divê raya giştî bi hestiyarî tevbigere û Wezareta Dadê jî bikeve nava hewldanan. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger li girtîgehan hatî destpêkirin li maqamê Serokê Meclîsê Mustafa Şentop dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
HDP'iyan berdilkên ku li ser "Bila Leyla Guven bijî" nivîsî li xwekirin. Berdevka serokatiya koma HDP'ê Fatma Kurtulan, axaftinek kir û diyar kir ku nêzî 6 meh in Leyla Guven di grevê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo balê bikişînin ser gereva birçîbûnê me çalakiyek wiha li dar xist. Daxwaza Leyla Guven, daxwazeke hiqûqê ye. Dixwaze tecrîda li hemberî Birêz Ocalan bê dawî kirin. Tecrîd li hemberî edaletê astengiyeke herî mezin e. Ne tenê Leyla Guven, niha bi hezaran girtî bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne. Li dijî mirinan heta niha 8 kes li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Îro jî 15 girtî dest bi rojiya mirinê kirin. Li dijî mirinan divê gavek bê avêtin. Divê meclîs peywîra xwe pêk bîne û Wezareta Dadê bikeve nav hewldanan."