Meral Daniş Beştaş: Şîdeta polîsan sînoran nas nake

  • 09:18 25 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç - Zeynep Durgut
 
WAN - Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku şîdeta polîsan a li hemberî dayikan a li Gebze û Qoserê kêr biriye hestî û got divê polîs demildest ji peywirê bên girtin û wiha got: “Divê Walî deqeyekê li wê qursiyê nemîne. Divê wezareta karê hundir jî ji hemû Tirkiye û cîhanê re daxuyaniyekê bide. Em demildest vê dixwazin.
 
Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, li girtîgehan hat destpêkirin,  bi tevlîbûna 7 hezar girtiyan didome û rewşa girtiyan hatiye asta krîtîk. Dayikên li ber girtîha Gebze a Kocaeliyê ji bo daxwazên zarokên wan bên cih, hatin cem hev rastî şîdeta polîsan hatin.
 
Walîtiya Kocaeliyê li ser bûyerê neçar ma daxuyaniyê bide û bi awayekî hevdem li hemû bajar û navçeyan jî çalakiyên protestokirina şîdeta polîs pêk hatin. Li Mêrdînê bi heman awayî dayik rastî şîdeta polîsan hatin û bi erdê re hatin kaşkirin.
 
‘Tecrîd bi biryareke siyasî pêk tê'
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku şîdeta polîsan êdî sînor nas nake û ev şîdet ji polîtîkayên dewletê ne serbixwe ye û wiha got: “AKP û MHP’ê di pêvajoya hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bikar anî. Wekê ku kes tune tevgeriyan. Wekê ku tifaqa Cumhur tune tevgeriyan. Ji sedî 90’ê çapemeniyê di destê xwe de girtin û berxwedana gel, tecrîd û greva birçîbûnê jî nabînin. Tecrîd bi biryarek siyasî pêk tê. Pêkanîna tecrîdê eleqeya wê bi îdara girtîgehê û wezareta dadê ve tune. Tecrîd bi biryara siyasî tê meşandin. Piştî Leylayê parlamenterên me ketin grevê, Dersîm Dag, Murat Sarisaç û Tayyîp Temel, lê naynin ser zimanên xwe jî.”
 
Meralê destnîşan kir ku di pêvajoyên berê de jî bi dehan carî di mijara rakirina tecrîdê de daxuyanî dane û wiha axivî: “Me bang kir û me gelek pêşnûme da meclîsê. Beriya greva Leylayê min pêşnûme da û 3 meh şûnde bersiva min hat dayîn. Ji me re hat gotin ku wan daxwazan şandine Komîsyona Binî ya Girtîgehê.”
 
‘Nêzîkatiya li hember dayikan nayê qebûl kirin"
 
Meralê der barê şîdeta li hember jinan li ber girtîgeha Gebzeyê jî axivî û got şîdeta li hember dayikan kêr biriye ber hestî û wiha pê de çû: “Bi rastî kesên wan dîmenan dibînin divê vê qebûl nekin. Divê bertek bê nîşandan. Vê şîdetê rê li ber bertekên mezin vekir. Dayikan hefteyeke zêdeye li ber girtîgeha Gebzeyê nobetê digirin û dixwazin daxwazên zarokên wan bên cih. Ev mafê herî xwezayî û rewaye. Walîtiya Kocaeliyê saet di 01.00’an de daxuyanî da û got der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Lê ev têr nake. Ev destên dirêjî dayikan bûn, dirêjî hemû Kurdan bûye. Ev helwesta li hember welatiyên wan faşîzm bixwe ye. Divê demildest polîs ji peywirê bên girtin û bên girtin. Tu desthilatdarî bi zilmê li ser piyan nesekiye.”