Hulya Alokmen Uyanik: Tiştên em dibînin polîtîka tolgirtinê ya qeyûman e

  • 09:06 23 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku qeyûman bi zanebûn texrîbatek pêk anîn e û got ev texrîbatan jî hema wisa nikare bê çareserkirin û got divê bi sebir bin, tespît bikin û her tiştî yek bi yek rast bikin. Hulyayê da zanîn ku ev hemû polîtîka tolgirtinê ya qeyûman e.
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik ji bo tespîtkirina zirara dema qeyûman ketin nav tevgerê. Raporên ku amade bikin jî wê bi gel re parve bikin.
 
Odeya qeyûm ku ji bo xwe taybet çê kiribû lêçûna wê 2 mîlyon bû û her wiha Midûriyeta Çand û Turîzmê jî hatibû wêrankirin. Hevşaredar Hulya Alokmen Uyanik derbarê texrîbatê de axivî.
 
Hulyayê diyar kir ku tayînkirina qeyûman polîtîkayek taybet e û bi polîtîka talanê li şaredariyan bi cih bûne. Hulyayê got hedefa ewil a qeyûman destkeftî bûn û got: “Dîmena piştî hilbijartinê me dît tespîta vê bû. Destkefiyên bi kedek mezin hatibûn bidestxistin bi destê qeyûman hatiye beralîkirin. Beton û hesinên li dora şaredariyê hatine danîn, kulubeyên polîsan gel ji şaredariyê dûr xistin.”
 
‘Odeya qiraliyetê ya qeyûm’
 
Hulyayê bi lêv kir ku çawa mazbata girtine bi awayekî fermî dest bi xebatan kirine û dîmenê ewil dîtine jî ‘odeya qiraliyetê ya qeyûm’ bûye. Hulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm ji bo xwe odeya qiraliyetê amade kiriye. Em bêguman vê odeyê bi kar naynin. Ev ode gel ji şaredariyê qut dike. Tu eleqeya vê bi rêveberiyên herêmî tune ye. Odeya Midûriyeta Çand û Turîzmê û hinek odeyên din wêran kiribûn.”
 
‘Xala 21-B hatiye binpêkirin’
 
Hulyayê her wiha bi lêv kir ku xala 21-B ya Qanûna Îhala Cemawerî a Hejmar 4734 hatiye binpêkirin û got: “Di rewşên karaseta xwezayî, şewat û her wekî din de bi îhala te daye şîrketan re mirov cihên karasetê ava dikin. Lê qeyûm ev îbare li odeya xwe bi kar aniye.”
 
Hulyayê her wiha destnîşan kir ku eywana şanoyê jî hatiye wêrankirin û got ev tiştên ku hemû dîtine polîtîkaya tolgirtinê ya qeyûman e.
 
‘Em ê li ber edaletê hesab bi wan bidin dayîn’
 
Hulyayê daxuyakirin ku deynên mezin, dewrkirina malên nayên barkirin, girtina personelên zêde hewldanek bi zanebûn e û nelirêtiyan, dijhiqûqiyê û neheqiyê ew ê derxin holê û li ber edaletê hesab bi wan bidin dayîn.
 
‘Em ê xeta Alo Şîdet çalak bikin’
 
Hulyayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Navê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan hatiye guhertin. Ligel vê serokê nû aniye. Em hîna nizanin kî ye. Derketiye destûrê. Dema bê em ê pê re bên cem hev. Em ê fêr bibin ku çi kirine. Xeta Alo Şîdet hatiye girtin. Lê stargeh hene. Em ê ji nû ve xeta Alo Şîdet çalak bikin. Em ê lêkolînên xwe bikin tespîtan bi rayagiştî re parve bikin. Ev şaredarî jî û bajar jî ya me ye.”