‘Ji bo namzetê duyem dayîna mazbatayê darbeya siyasî ye’

  • 09:11 21 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Salîha Aydenîz a HDP’î nelirêtiyên hilbijartinê nirxand û diyar kir ku hemû pêkanînên tên kirin girêdayê tecrîdê ne û wiha got: “Mazbata bi hincetên cuda dan namzetekî ku kêm deng girtiye. Ev tê wateya berdewama darbeyê. Ev darbeyek siyasî ye, ji pergala otorîter re kirina xizmetê ye.”
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji bo hinek şaredariyan, YSK’ê diyar kir ku ji ber KHK’ê hatine îxrackirin mazbata wan nayê dayîn. Piştî vê mazbata dan namzetê duyem. Li welêt gelek bertek nîşanê vê rewşê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, da zanîn ku ev bûyer hemû girêdayê tecrîdê ne.
 
‘Li Tirkiyeyê bi dehan krîz mijara gotinê ne’
 
Salîhayê bi lêv kir ku di pêvajoya hilbijartinê de bi şev û roj xebitîne û di bin şertên giran yên tecrîdê de xebat meşandine. Salîhayê wiha got: “Li Tirkiyeyê ku tecrîd tê jiyîn, bi dehan krîz hene. Leyla Guven bi daxwaza tecrîd rabe ket greva birçîbûnê û grev niha bi heman armancê li hemû girtîgehan didome. Daxwazek wan heye, ew jî rakirina tecrîdê ye. Di encama tecrîdê de krîz tên jiyîn. Krîzên aborî, tenduristî, civakî tên jiyîn. Em vê pêvajoyê bi rakirina tecrîdê dikarin derbas bikin. Lê ji bo vê tu pêngav nayê avêtin. Rakirina tecrîdê tê wateya xilasbûna hemû gelan. Tê wateya rizgariya Tirkiye û Rojhilata Navîn. Me xebatên hilbijartinê di hawira kaosê de meşand.”
 
‘Me bi AKP’ê da windakirin’
 
Salîhayê destnîşan kir ku AKP bi namzet an jî sozên xwe daneketiye kolanê, AKP bi dewlet, walîtî, qeymeqamtî, polîs, cenderme, memûr û midûrên xwe daketiye kolanê û ev jî wek alava zextê bi kar aniye. 
 
Salîhayê destnîşan kir ku tevî her tiştî wan bi AKP’ê li bajarên Rojava daye windakirin û li Kurdistanê jî xwedî li îradeya xwe derketine û wiha pê de çû: “Encama ku me dixwest nebe jî me li herêmê tevî hemû zextan rêjeyek bilind a dengan girt. Tirkiye hîna ji rojeva hilbijartinê derneketiye. Li Stenbolê zehmet be jî mazbata hat girtin. Ji bilî îtîrazên AKp û MHP’ê hemû îtîrazên partiyan hatin redkirin. YSK’ê serlêdana hevalên me yên KHK’ê qebûl kir. Lê 10 roj piştî hilbijartinê got nikarin mazbatayên xwe bigirin. Ev biryarek siyasiye. Ev berdewama darbeyane. Ji otorîteriyê re kirina xizmetê ye. Divê demildest ji vê şaşiyê bê vegerîn.”