Zubeyde Zumrut: Me mazbata xwe girt, bila nebêjin ‘Me Baglar girt’

  • 09:04 20 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Zubeyde Zumrut bertek nîşanî ku YSK’ê mazbata daye namzetê duyemîn, da û got: “Em ê îrade û destkeftiyên gel nedin xespkaran. Me mazbatayên xwe di 31’ê Adarê de girt. Mazbata YSK’ê ji bilî fermiyetê tu tiştî îfade nake. Baglar ya me ye û bila kêfa kesî neyê û nebêjin ‘me Baglar girtiye’.”
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hevdşaredarê Baglarê yê HDP’ê Zeyyat Ceylan ji sedî 70 deng girt, lê mazbataya wî nedabûnê. Piştî mazbata dan namzetê duyemîn ê herî zêde deng girtiye, namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglu. Hevşaredara Baglarê Zubeyde Zumrut biryara YSK’ê û gotinên Huseyîn Beyoglu ên weke ‘Em li Baglarê mal bi mal geriyan. Me ji gel deng girt. Em ji bo hemû gelê xwe yê ku deng da me an jî neda me spas dikin’ nirxand.
 
‘AKP dengên me qebûl nekir’
 
Zubeydeyê daxuyakirin ku wan bi bernameyek mezin a xebatê ji bo hilbijartinan amadekarî kirine, ne xebatek du sê rojan bi mehan kirine. Zubeydeyê bi lêv kir ku ciwan, jin, zarok û her kes hatine cem hev û xebat meşandine û ev tişt anî ziman: “Ji bo em şaredariyê xwe bigirin bi şev û roj em xebitîn. Em bi gel re hatin cem hev. Gel li hember qeyûman pir bi bertek bûn. Di pêvajoya hilbijartinan de me ev ji nêz ve dît. Gel hem li dijî tecrîdê hem jî li dijî desthilatdariyê dengên xwe bi kar anîn. Me li Baglarê bi rêjeyek rekor deng girt. Lê AKP’ê ev hezim nekir. Çi kirin, mazbata dan namzetê AKP’ê yê ji sedî 25 deng girtibû.”
 
‘Yên îradeya gel tune dikin dikarin her tiştî bikin’
 
Zubeydeyê destnîşan kir ku ev pêkanîn ji faşîzm û dijminahiya li hember Kurdan wêdetir nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê rewşê ji tecrîdê cudatir nabînin. Di encama tecrîdê de êrîşê destkeftiyên gelê Kurd dikin. Heta hevdîtinên bi Birêz Ocalan re dest pê nekin wê ev pêkanînên dijdemokratîk bidomin. Heta tecrîd bidome wê nelêrêtî jî hebin. Ji ber bi hikûmeta AKP’ê re ehlaq, rêzdarî, ked tune ye. Yên îradeya gel tune dihesibînin dikarin her tiştî bikin.”
 
‘Êrîşa li hemberî pergala hevserokatiyê ye’
 
Zubeydeyê her wiha daxuaykirin ku di encama xebatek mezin de li Baglarê ji sedî 70 deng girtine û got: “Namzetê ji sedî 25 dengan digire dertê spas dike. Ev gel vê ji te re nahêle. Ev gel te wek serok nabîne, wê nebîne. Jixwe derdê wan ne xizmet e, yekane derdê wan kursî ye. YSK’ê biryarek dijhiqûqî girtiye. Qanûnek derxistin pêş me û gotin yên KHK’î nikarin bibin endamên meclîsê jî. Lê dema hevalên me serî li YSK’ê dan bersiva erênî girtibû. Yanî namzetiya wan ji aliyê YSK’ê ve hatibû qebûlkirin. Di esasê de qanûnek wisa tune ye, ev qanûna hikûmetê ye. Li hemberî gelê Kurd konseptek şerê nû tê meşandin. Ev pêkanînek dijdemokratîk e. Ev êrîşa li hember destkeftiyên me ne. Em êrîşa li hember hevserokatiyê ye. Ji bo YSK ji biryara xwe vegere, dereng nemaye. Encam çi dibe bila bibe em ê xwedî li îradeya gel derkevin. Gel em hilbijartin. Em ê wê mazbatayê ji destê wan bigirin.”