'Li dijî bedenên dihelin em nikarin bêdeng bimînin'

  • 11:39 18 Nîsan 2019
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP' ya Amedê Semra Gulzel bertek nîşanî derbkirina parlamenteran a ku li Amedê duh pêk hat da û wiha got: "Êrîşa ku dikin wê nikiribe li ber tiştên em dixwazin bikin bibe asteng. Ger ku zarokên vî gelî li girtîgehan bedena xwe ji mirinê re razandibin em nikarin bêdeng bimînin."
 
Duh parlamenterên HDP'ê li Amedê bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nedayîna mazbatayan YSK'ê bi hinceta KHK'yî ne şermezar bikin, bi êrîşa ava şid û bombeyên gazê ya ji aliyê polîsna ve rûbirû man. Ji parlamenterên ku di encama êrîşê de birîndar bûn Remziye Tosun û Musa Farîsogullari rakirin nexweşxaneyê û gitin bin tedawiyê. Parlamenter Semra Guzel jî yek ji parlamenterên ku hatin derbkirin e. 
 
'Neçareseriyê li me ferz dikin'
 
Semra bal kişand ser êrîşên ku duh hatin kirin û ev tişt got: "Bi van pêkanînan neçareseriyê li me ferz dikin. Li girtîgehan bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ye û bi taybetî rewşa hevalên di serî de dest pê kirin ne kestiye xeterê. Hin heval çavên wan nema dibînin û di bedena wan de guhertinên neyînî pêk hatine. Lê  girtîgehan çalakiyên fedayî hatin lidarxistin.Ev ji bo ku berî mirin pêk bên çareseriyek bê dîtin bû. Em jî bi çalakiyên xwe dixwazin ku bala raya giştî bikişînin ser vê mijara girîng.  Lê ev hewldan ne li ser guhê rayedaran e."
 
'Wê çalakî bidomin'
 
Semra herî dawî got ku ew naxwazin ji çalak geran agahiyeke ne xweş bê û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyan bidomînin. Êrîşa wan ê li ser çalakiyên me bandora xwe neke. Ew bi talîmatan dixebitin em ji gelê xwe re dixebitin. Ji ber wê çalakiyên me berdewam bike."