Hevşaredarên Rêya Armûşê mazbatên xwe girtin

  • 15:47 17 Nîsan 2019
  • Ramyarî
WAN - Hevşaredarên HDP’ê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kûrt, mazbatên xwe girtin. 
 
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de ji sedî 54 deng hatin hilbijartin, mazbatên xwe ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr girtin. Endamên meclîsa şaredariyê jî, bi hevşaredaran re mazbatên xwe girtin. 
 
Hevşaredar û kesên bi wan re dûre derbasî avahiya Şaredariya Rêya Armûşê bûn û dest bi qebûlkirina pîrozbahiyan kirin.