'Divê birînên li Enqereyê bi yekitiyekê bê kewandin'

  • 09:12 17 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Seroka Odeya Mîmarên Enqereyê Tezcan Candan Karankuş ji bo texrîbatên 25 salan yên şaredariyên AKP’ê pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir û got ji nasnameya Enqereyê heta logoya wê guherînek nû pêk bê û divê birînên Enqereyê bi hev re bikewînin.
 
Li Enqereya ku 25 sale AKP desthilatdare texrîbatên cidî pêk hatin. Piştî hilbijartinên 31’ê Mijarê şûnde şaredarî ket destê CHP’ê. Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan Karakuş pêngavên ku ji bo bajar divê bên avêtin nêrînên xwe anî ziman. 
 
Texrîbata li Enqereyê dikare çawa bê çareserkirin?
 
Tezcan diyar kir ku ew bi pêvajoyek ku biryarên bi lez hatine dayîn re hatine rû hev û got divê niha bi rêk û pêk nêz bibin û wiha got: “Divê texrîbat çawa bê çarserkirin?Divê polîtîkayek giştî bê avakirin. Ger niyetek wisa hebe divê bi Odeya Mîmaran û Odeyên Pîşeyî yên din re xebat bê meşandin. Li Enqereyê 850 dozên me yên divê bên çareserkirin hene. Îhtîmalek mezin dozên odeyên pîşeyî yên din jî hene. Her çiqas rêveberî biguhere jî dozên me didomin.” Tezcanê her wiha destnîşan kir ku di pêvajoyên dozan de bi tahsîsan re jî rû bi rû ne û qada cemawerî tahsîsê Weqfa Okçular hatiye kirin û got ew dizanin ku weqf aydê kê ye.
 
‘Divê ji nasnameyê heta logoyê bê guherîn’
 
Tezcanê wiha berdewam kir: “Biryarên der barê bajar de divê bi hevdîtinên pisporên odeyên pîşeyî re bên girtin. Divê meclîsên şaredariyê jî zêdetir berfireh bibin û veguherin bingeheke demokrasiyê. Divê ji nasnameya bajar bigire heta loguya wê veguherînek pêk bê. Li Enqereyê plana sererastkirina hawirdorê jî doz lê hatiye vekirin. Li Enqereyê qên bi pisgirêk hene. Yek ji van Midûriyeta Giştî ya Îdara Kanalîzasyon û Avê ya Enqereyê (ASKÎ) û Midûriyeta Giştî ya Muesseseya Bikaranîna Otobus û Gazahewayê (EGO) ye. Di dema Melîh Gokçek de dahatên girîng a ASKÎ'yê  ji înşatê re dihat vediqandin. Lê divê ev dahat ji bo pisgirêka binesaziyê bihata bikaranîn.”
 
‘Yek ji pisgirêkên din yên girîng veguhestine’
 
Tezcan di berdewamiyê de bi lêv kir ku yek ji pisgirêka din ya girîng a Enqereyê ya veguhestinê ye û divê demildest ev jî bê çareserkirin. Tezcan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 25 salan de di dema şaredariyên AKP’ê de li Enqereyê texrîbatên cidî pêk hatine. Ji nasnameya Enqereyê heta logoya wê guherînek nû pêk bê, di serîde jî pisgirêkên veguhestin û binesaziyê bikevin rojevê. Divê birînên li Enqereyê bi yekitiyekê bê kewandin. Divê xwedî li vî bajarî bê derketin.”