Pervîn Buldan: Bihêzkirina tifaqa Kurd girîng e

  • 17:09 16 Nîsan 2019
  • Ramyarî
AMED - HDP'ê û partiyên Kurd ên tifaq bi wan re hatiye danîn li Amedê daxuyanî dan. Hevserokên HDP'ê gotin tifaqê çarenûsa welat guherandiye û divê bê geşkirin.
 
Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li gel nûnerên partiyên Kurd ku 31'ê Adarê bi wan re tifaq danîbûn li Rêxistina Bajêr a Amedê daxuyanî dan. Piştî ku daxuyaniya hevpar a partiyên tifaqê hate xwendin Pervîn Buldan û Sezaî Temellî axivîn.
 
Pervîn Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser îtîfaqê û wiha axivî: “Ez spasiya serokên 7 partiyan dikim. Pêvajoyekî giran a kampanyayê me birêve bir. Di vê pêvajoya kampanyayê de ked û helwdanekî mezin a partiyên siyasî yên me îtifaq bi wan re kirî çêbû. Di kampanyaya hilbijartinê de me dît ku li her derê bi ruhê îtifaqê dest bi dest mil bi mil meşandin çiqas girîng e."
 
Pervîn, diyar kir ku yekîtiya hêz û îtîfaqa hatî çêkirin bandora xwe li encamên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê kir û wiha got: "Me dît ku stratejiya me çawa qedera Tirkiyeyê guhert. Di vê serketinê de rolekî girîng ê partiyên îtîfaq heye. Dixwazim bibêjim li Tirkiyê Kurd û stratejiya HDP’ê destkeftiyek mezin bidestxist. Di salên li pêşiya me de bihêzkirina vê îtîfaqê girîng e. Divê em wekî şaredariyekî ku hatî bidestxistin lê temaşe nekin wekî destkeftiyekî dîrokî ye lê binrin. Îro dibe di aliyê teknîk de me şaredarî qezenç kiribe lê di binê vê de qezençkirina dîrokî hê bêhtir girîng e.”