Selma Gurkan: Mafê hilbijartinê bi desthilatdariyê nikare bê xespkirin

  • 09:08 12 Nîsan 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan der barê biryara mazbatayê ya YSK’ê de got: “Desthilatdariya siyasî ji ber windakirinê, bi hincetên cuda encamên hilbijartinê nas nake. Ev operasyonek hilbijartinê ye, mafê hilbijartinê ji aliyê tifaqa yek kesî ve nikare bê xespkirin.”
 
YSK ku namzetên KHK’yî qebûl kir û piştî hilbijartin qezenc kirin mazbatayên wan nedayê. Vê nêzîkatiya YSK’ê rê li ber bertekan vekir. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî bertek nîşan da.
 
Selmayê da zanîn ku YSK’ê carek din îmzeya xwe avêtiye dijhiqûqîyê.
 
‘Mafê hilbijartinê nikare bê xespkirin’
 
Selmayê destnîşan kir ku YSK ku rayeya xwe ne baş bi kar aniye, biryara wê ya mazabatayê jî ji rêbazên hiqûqê bêpar e û got: “Divê encamên hilbijartinê bên nasîn û mazbata bên dayîn. Pêvajoya hilbijartinê ya ji serî de newekhev pêk hat, di mijara radestnekirina mazbatan de didome. Ev operasyone hilbijartinê ye. Ev xeskirin bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”
 
Selmayê bi lêv kir ku biryara YSK’ê ne rewa û hiqûqî ye û li ser YSK’ê mudaxaleya desthilatdariya siyasî mijara gotinê ye, detshilatdariya siyasî bi giştî mudaxaleyê darazê dike. Selmayê ev tişt anî ziman: “Biryara YSK’ê bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Ger em xwedî li qezenca xwe ya sindoqan derkevin wê fatura wê ligel bê birîn.”