‘Sûr ne qada rantê ye, wê bibe qada jiyanê’

  • 09:10 11 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED-Hevşaredarên HDP’ê yê Sûrê ji sedî 60,76 deng girt û hilbijartin qezenckirin. Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn, diyar kir ku wê Sûrê bigihînin bingeha wê ya berê û Sûr dê nebe qada rantê, bibe qada jiyanê.
 
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ji sedî 60,76 rêje dengî hilbijartin qezenc kirin. Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn daxuyakirin ku qeyûm li Sûrê ji bilî hilweşîn û talanê tu xebat nemeşandiye û gel hesabê vê di sindoqan de pirsî ye.
 
Fîlîzê diyar kir ku wan du mehan li Sûrê mal bi mal gund bi gund geriyane û wiha pê de çû: “Sûr navçeyek mezin bû. Me malek nehişt. Me polîtîkayên qirêj yên desthilatdariyê vegot. Jin bûn pêşengên vê pêvajoyê. Jinan li her derê em pêşwazî kirin. Coşek mezin heye. Yên ev hilbijartin qezenckirin dîsa jin bûn.”
 
‘Xwestin Sûrê veguherin rantê’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatiye talankirin û ev tişt got: "Pevçûn kirin hinceta tayînkirina qeyûman û Sûr hatiye talankirin. Qeyûm ewil hatibûn plankirin. Sûr navçeyeke ku şaristaniyan dihewîne. Lê xwestin civaka Sûrê hedef bigirin. Xwestin Sûrê veguherin qada rantê. Em ê hesabê vê bipirsin. Em bi ji sedî 60’î dengê gel hatin hilbijartin. Em bi cesaret û berpirsyariyê bi şev û roj xebitin. Çi ji destê me bê em ê ji bo gelê xwe bikin. Em ê Sûrê veguherîne taybetiya wê. Em ê Sûrê bibin xwediyên wê en rast.”
 
Fîlîzê ji bo hemû gelê Sûrê spas kir û destnîşan kir ku ev serkeftin aydê gelê Sûrê ye û her wiha bi lêv kir ku şaredarî yê gel e, deriyên wê heta dawî ji gel re vekiriye û em ê bi hev re biser kevin.