‘Jinan bersiva pêwist da bloka AKP-MHP’ê’

  • 09:09 10 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu balkişand ser zextên AKP'ê yên di pêvajoya hilbijartinê de  û da zanîn ku yên bi bloka AKP-MHP’ê dane windakirin jin bûne.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê pêk hatin de gel biryara xwe da. Lê îtîrazên hatin kirin û jimartina dengan ya hefteke li Stenbolê tê kirin, bû sedem ku gelek kesî hîna mazbatayên xwe bigirin. Îtîrazên HDP’ê li YSK’ê kirin bêyî hincet hat redkirin û yên AKP’ê jî hatin qebûlkirin.
 
Hevseroka HDP’a Enqreyê Zeyno Bayramgolu encamên hilbijartinê û geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku stratejiya HDP’ê li Enqere û gelek cihî ket jiyanê. Zeyno da zanîn ku hêzên demokrasiyê li Enqereyê bi bloka AKP-MHP’ê daye windakirin û wiha axivî: "Me di hilbijartinan de piştgirî neda partî an jî namzetekî li bajarê rojava. Armanca me ev bû em bloka AKP-MHP’ê bidin windakirin. Me digot li hemberî wan kî namzet derkeve em ê hedefa xwe bidin wir. Stratejiya me li Enqereyê bi ser ket.” 
 
‘Stenbol ji bo wan deriyê mezin ê rantê ye’
 
Zeyno bi lêv kir ku li dijî îtîrazan helwesta YSK’ê ne serbixwe bûye û wiha pê de çû: “Lijneya hilbijartinê wekî ku teslîmê deshtilatdariyê bûye tê dîtin. Li hinek bajaran mînak li Muş, Tetwan û cihên din YSK ne serbixwe bû. Hemû îtîrazên HDP’ê yên li herêmê nehatin qebûlkirin. Ji ber van sedeman û bi zexta li ser YSK’ê re deng ji nû ve tên hilbijartin. Hîna li Stenbolê didomin. Lê bi sedan carî jî bijmêrin gel bersiva wan daye.”
 
‘Jinan bersiva pêwist da'
 
Zeyno balkişand ser zextên AKP'ê yên di pêvajoya hilbijartinê de û da zanîn ku yên bi bloka AKP-MHP’ê dane windakirin jin bûne. Zeyno wiha got: “ Em hewl didin desthilatdariya AKP’ê şûnde bixînin. Em polîtîk disekinin, polîtîk dinêrin û polîtîk dijîn. Em têkoşîna hebûnê her tim didin. Jinan bersiva pêwist da AKP-MHP’ê.”